Hunermend, sazîya Kurde?

Hunermend, sazîya Kurde?

Hunermend, saziya Kurde?

Huner û hunermend kurdî ye, lê ziman tirkî ye.
Rojname ya Kurda ye, lê bi Tirkî ye.
Kurde, li Almanya dijî lê fan/alîgirê timê pêgoga Tirkiyê û yê netewî ne. 
Li Ewropayê ye, lê derbirîn, hizirandin, yan ponijîna wan bi Tirkî ye.
Ji Tirkiyê yan Iraq'ê bazdaye, bûye penaber, çawa pasê digire, gera wî ya yekem Tirkiya ye.
Partiya kurd û Kurdistanê ye, lê zimanê fermî bi Tirkî, yan bi erebî ye.
Nivîskara/ê kurde, lê bi Tirkî dinivisînin, û yê dixwînin dîsa kurd in.
Qaşo înternasîonslîste, lê herî zêde ji ziman û nasnameya xwe ya rewa direve.
Welatparêz û netewheze, lê ji bilî partiya xwe ji kesekî din heznake. 
Serok û rêvebirê sazî û dezgehên kurdî ye, lê bi kurdî nizane. 
Şoreşgere hatiye Almanya lê li vî welatî zarokên xwe fêrî Tirkî dike û bi wan re bi Tirkî diaxive. 
Li Almanya ne, lê daxuyanî û durişmê wan di meşa de bi Tirkî, yan bi Erebî ne. Daxuyanî jî bi Tirkî ne. Bila hebe, lê berê herî kêm bi zimanê xwe û paşê li Almanya bila bi Almanî, li Brîtanya bi Îngilîzî û li Tirkiyê bi Tirkî, li welatê Ereban bi erebî. 
Lê helbet zimanê fermî yê sazî, dezgeh û kesayetên Kurd divê bi kurdî be. 

Ez fêm nakim çawa meriv dikare ew çend bi nirx, û bi xwe re nakok be? Ma nabe meriv ji xwe pirs bike? Mantiq jî bûye bîjiyê kolonyalîstan. 

Nasnama Kurd kurdî ye. Helbet ev çi zarava dibe bila be. Ger kurd xwe bi zimanê xwe, xwe nekin fermî dê bi partiyeke xerîbê kurdî nebin Kurd. 

22.08.2020 Newaf Mîro