• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Îdîaya fûzeyên Rûsyayê li Îranê ketine

Îdîaya fûzeyên Rûsyayê li Îranê ketine


barkirin: Rezber 9, 2015, 12:57


Ajansa CNN’ê roja pêncşemê (8’ê Cotmehê) ji zarê rayedarên Amerîkayê di raportekê de ragihand, çend fûzeyên ku ji aliyê keştiyên Rûsyayê ji Behra Xezerê bo hedef girtina baregahên DAIŞ’ê li Sûriyê hatibûn avêtin, li Îranê ketine.

Piştî belav bûna nûçeya CNN’ê, ketina du tiştên nenas li Azerbayicana Rojhilat û Rojhilatê Kurdistanê di axa Îranê de bûye sedema nîqaşan.

Medyayên navxwe yên Îranê, roja çarşemiyê (7’ê Cotmehê) ragihandin ku du tiştên nenas li bajarê Tikab a Azerbayicana Rojhilat û bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ketine xwarê û di encamê de du kes birîndar bûne.

Demjimêrek piştî belav bûna nûçeya ketina çar fûzeyên Rûsyayê li Îranê, Rûsyayê ev nûçe derewand.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Urigor Konashinkov got: ’’ Tevî ku êrişa fûzeyî ya doh û hedef girtina baregahên Grûpa Delweta Îslamî (DAIŞ)’ê li Sûriyê, ji aliyê hevkarên me li Pentagonê aciz kir û bendewariya vê nedikirin jî, rastî eve ku hemû fûzeyên me avêtî  li hedefan ketine’’.

Ajansa Sputnik a Rûsyayê jî ji zarê rayedarekî welatê xwe dibêje, Wezareta Berevaniya Îranê jî ev nûçe red kiriye û ev yek tenê bi ’’şerê pîskolojîk’’ binav kiriye.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê roja çarşemê (7’ê Cotmehê) fîlmê êrişa fûzeyî ya ji Deryaya Xezerê bo ser çend baregahên Grûpa Dewleta Îslamî (DAİŞ)’ê li Sûriyê weşandibû.

dîtin: 163

Pêveker:

Îdîaya fûzeyên rûsyayê li Îranê ketine