Îlham Ahmed: Em Hewlên Dîplomatîk Erênî Dibînin

Îlham Ahmed: Em Hewlên Dîplomatîk Erênî Dibînin

Endama rêvebirîya TEV-DEM’ê û endama Desteya Bilind a Kurd  Îlham Ahmed di hevpeyvîneke xwe ya digel Dengê Amerîka daxuyand ku gaveke erênî ye ku hewlên dîplomatîk şûna şer bigirin ji ber ku kesên bê guneh di encama şer de dimirin.

Endama rêvebirîya TEV-DEM’ê û endama Desteya Bilind a Kurd  Îlham Ahmed beşdarê Dengê Amerîka bû û axavtinên serokê dewletê Amerîkayê Barack Obama nirxand. Ahmet got ku gaveke erênî ye ku hewlên dîplomatîk şûna şer bigirin jiber ku kesên bê guneh di encama şer de dimirin.

Di berdewama axavtina xwe de got: “Kî ku ew komkujîya kîmyayî ya Şamê kiriye, divê were eşkere kirin û rû bi rûyê cezayê herî giran be.”

Ahmed biryara Encumena Niştîmanî ya Kurd ji rexne dike ku berî çend rojan biryar dabû ku tev li hevpeymanîya Sûriye bibû. Ahmed got:  “Divê encumen tiştekî wiha nekira jiber ku divê hemî biryarên wiha bi tevlîbûna hemî Kurdan û di bin navê Desteya Bilind bêne kirin.”

Ji aliyê din ve siyasetmedarê Kurd Omer Şexmus jî ji Dengê Amerîkare ragehand ku pêşnîyaza Rûsya-Sûriyê lîstikek gelek jîrane bû him ji bo qazancê ji demî û him ji bo guhertina siyasetên Amerîka û Rojava li hember guhertina Esed.

Şexmus got ku niha sengî li ser kontirola çekê kîmyayî ye û eger pêşnîyaza Rûsya sergirt dê pêngavek baş be û rê ji çareserîya dîplomatik re xweş bike, lê serketina wê cihê gumanê ye.