Îlham Ehmed Hevdîtinên Şandeya Rojava li Tirkîyê Dinirxîne

Îlham Ehmed Hevdîtinên Şandeya Rojava li Tirkîyê Dinirxîne

Piştî hevdîtina şandeya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) roja Çarşemê jî şandeya Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bi karbidestên Wezareta Derve ya Tirkîyê re civîya.

Endama Desteya Bilind û MGRK’ê Îlham Ehmed, ji Dengê Amerîka re hevdîtinên ku şandeya wan li Tirkîyê pêk anîne nirxandin.

Xanima Ehmed, li ser pêkhatên şandeyê got, “em ji alîyê Wezareta Derve ya Tirkîyê ve bi navê DBK’ê hatin vexwendin. Jiber ku hemû endam ne amade bûn, em bi heyeteke ji herdu alîyan hatine Tirkîyê.”

Wê destnîşan kir, “di hevdîtinan de dîyar bû ku Amerîka û Tirkîye di şêwaza lidarxistina Cenevre 2 de hevbîr in, lê jiber ku hîna zihnîyeta opozîsyonê ne demokratîk e, ew dixwazin Kurd bi serê xwe beşdar bibin.”

Birêz Ehmed dîyar kir, wan hem ji karbidestên Tirkîyê hem jî ji sefîrên welatên Ewropî jibo karên bazirganî û alîkarîyên mirovî daxwaza rakirina astengîyên ser derîyên sînor kiriye.

Îlham Ehmed, ENKS rexne kir û got, “di beşdarîbûna nav opozîsyonê de yên winda bikin ne Kurd in, lê ENKS bixwe ye.”

Xanima Ehmed herî dawî bibîr xist, “di sîyaseta Sûrîyê de helwesta hêzên navnetewî her diçe diguhere. Ger nêrîna înkar û bişaftinê ya nav opozîsyonê jî jiholê rabe hêvîya wan heye ku encamên baş derkevin.”