Îran: Tirkiye kuklaya bi pare ya Emerîka û Îsraîlê ye

Rawêjkarê rêberê ruhanî yê Îranê general Yehya Rehîm Sefewî diyar kir ku Tirkiye kuklaya bi pare ya polîtîkayên Emerîka û Îsraîlê ya li hember Suriyê ye.
Li gor nûçeya Ajansa Fars, rawêjkarê rêberê ruhanî yê Îranê general Yehya Rehîm Sefewî di zanîngeha Kermenê de ji bo xwendekaran axiviye û diyar kiriye ku Suriye li dijê muxalîfan nêzîkê serkeftinê ye. Sefewî gotiye ku Suriye şerê xwe li dijî Emerîka û Îsraîlê her weha kuklayên wan yên bi pare yên Tirk û Ereban şer dike.
General Sefewî daxuyandiye ku 40 hezar leşkerê bi pare yên El Qaîdê ji aliyê welatên Ereb û Ewropî ve hatine amadekirin û ev çekdar li ser rêya Tirkiyê, Lubnan û Urdunê şandine Suriyê.
Sefewî di axaftina xwe de destnîşak kiriye ku dê Emerîka, Îsraîl û alîkarên wan yên Tirk û Ereb di şerê li Suriyê de têk biçin.
Rewanbej.net