wp-1456956909473.jpg
Îro Amed meşiya Sûrê

Piştî banga Selahattin Demirtaş îro ji bo parestina Sûr ê ji zilma dewleta dagirker ya Tirk gelê Kurd yê Amedê bi girseyî meşiyan Sûr ê.
Meşa girseyî ya Kurdan hemî bend û astengiyên dewleta dagirker rûxandin.
Bi hemî derfetên xwe ve çeteyên dewletê xwestin pêşî li girseya mezin bigrin lê belê Kurdan xwe gehandine Sûrê.

Di navbera çeteyên tirkan û girseyên gel de pevçûn derketin. Di encama gaza ji aliyê ceteyan ve hati avêtin rayedarekî HDP bi navê Muhsin Maltaş şehîd ket.

Rayedarê HDP di encama gazê de behntengî jiyan kir û li nexweşxanê can jidest da.

image

image

image

Nûkirina Dawî : 02 Mar 2016 23:16

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 373