Îsal 12 Peymangehên Kompiyoter li Herêma Kurdistanê Vedibin

Îsal 12 Peymangehên Kompiyoter li Herêma Kurdistanê Vedibin

Biryare îsal li herêma Kurdistanê 12 peymangehên Kompiyoter yên Ehlî werin vekirin, ew peymangeh li ser bajar û bajarokên herêma Kurdistanê hatine dabeş kirin, xwendevan piştî refa nehema navîn dikarin têde xwendina xwe berdewam bikin. 

Rêvebirê giştiyê peymangeh û meşqê li wezareta perwerdeya Hukûmeta Herêma Kurdistanê Birayim Bayîz bo ajansa Peyamnêr ragihand: Biryar hatiye dayîn kû, îsal 12 peymangehên Kompiyoter yên ehlî li herêma Kurdistanê vebin, niha jî me ragihand, çûnke çendîn kes dawekarî pêşkêş kirinbûn bo vekirina wan peymangehan.

Weha jî got: Dê ev peymangeh li her bajarekî herêma Kurdistanê were ava kirin û dê li her qezayekî peymangeheke Kompiyoter dê bê vekirin û xwendevan dê piştî bi dawî anîna xwendina refa pênc bikaribin têde xwendina xwe berdewam bikin.

Silêmanî – (PNA)

Zîrek Abdulrehman / C. M