Janet Yellen bû seroka nû ya FED’a Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Barack Obama dazanîn ku namzeta wî ji bo serokatiya nû ya Bankaya Navendî ya amerîkayş FED’ê cîgira serok Janet Yellen e. Di dîroka 100 salî ya FED’ê de yekem car jinek dibe serok.
Eve çend rojin ku li Amerîkayê qeyrana bûtçeyê heye û lîmîtê deynên Amerîkayê têne gotûbêj kirin. Çavê rayagîştî lê bû ka dê kî/kê bibe serokê FED’ê. Serokê Amerîkayê Barack Obama daxuyand ku dê namzeta wî Janet Yellen be.
Di meha Çileyê de maweya erkê Ben Bernanke yê serokê anka Navendî yê Amrîkayê diqede. Diyar ku ku dê Janet Yellen di dewsa wî de bibe seroka nû.
Demek dirêj dihate gotin ku dê wezîrê xezîne û darayî yê berî Larry Summers bibe serok. Lê belê Summers diyar kir ku ew xwe nake namzet. Piştgiriyek mezîn ji aliyê aborîzanên Wall Streetê bo Yellenê heye û dihête gotin ku dê bikare polîtîkayên heyî berdewam bike. Ji ber vê gelek aborîzanan û her weha aborîzanê navdar yê xudan xelata Nobelê Joseph Stiglitz jî ji Obama re nameyeke vekirî şandibûn û daxwaz kiribûn ku Yellenê bike serok.