• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji ber Selfie ya Erdogan êrişî Kovara Nokta kirin

Ji ber Selfie ya Erdogan êrişî Kovara Nokta kirin


barkirin: Êlûn 15, 2015, 3:26


Roja duşemê (14ê Îlonê) Hêzên Polîsên Antî terorê yên Dewleta Tirkiyê ji ber weşandina wêneyekî montajkiriyê Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyîp Erdogan êrişî baregha Kovara ’’Nokta’’ li Setenbolê kirin.

Di hejmara (18) ya kovarê de wêneyekî montajkiriyê Erdogan ku li berdem tabûta leşkerekî Tirk wêneyê Selfie digre li ser rûbergê hatiye  weşandin.

Herwiha dest bi ser hemû tîrajên hejmara (18) ya kovara navbirî hatiye girtin û ji bazarê hatiye kom kirin û hesaba kovarê di tora civakî ya Twitterê de jî hatiye daxistin.

Di sala 2007ê de weşana Kovara ’’Nokta’’ ku weke kovareke dijî hikûmetê tê naskirin, piştî girtina du nivîskarên kovarê hatibû ragirtin, îsal dest bi weşana xwe kiribû.

Sernivîskarê kovarê, Cevher Gûven di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîkayê re nûçeya êrişa polîsan bo ser baregaha kovarê piştrast kiriye.

 

 

 

 

 

dîtin: 196

Pêveker:

ji ber selfie ya erdogan êrişî kovara nokta kirin