• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo sala 2016 ê şerekî dijwar dixwazim

Ji bo sala 2016 ê şerekî dijwar dixwazim


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Befranbar 1, 2016, 11:30


 

Ew rojên di nava kelecaniya zaroktiyê ve dibihurîn, bi sitranên zarokî ve sersal dihatine pîrozkirin şûnve man. Temen her berbi asoyê pêşerojê ve diherike mirov bi rengekî romantîk û hindekî dilxemgîn dixwaze qala rojên bihurî bike. Her çend jiyan û rêbaza birêveçûna jiyanê pir zêde xemgînî û bibîranînên serrastiyê nepejirîne jî rastiyeka jiyanê ye.
Îro nînin ew xeyalên zaroktî, ew leyistikên sersalê, ew qirdik û bûk û zavayên sersalê yên mal bi mal digeriyan û digotin – Serê salê, binê salê heçiyê bide xwedê bide, heçiyê nede mar pêve de- li her devereke Kurdistanê ev gotin bi rengekî dîtir dihate bihîstin lê belê jiyan heman jiyan, çand heman çand bû. Qirdik di civatên sersalê de di reqisîn û ji mezinên gund pare û tişt werdigirtin.
Di heman sersalan de îro, şûna tenekeyên qirdika bombeyê leşkerên dewleta xwînmij diteqin, şûna sitranên qirdika, merş û dirûşmên dagirkera di kolanên Kurdistanê de li zarokên Kurd gefê dixwin.
Ew sersala ji aliyê hemî mirovan ve bi şahî û kêf tête pîrozkirin li kolanên bajarê Kurdistanê bi şîn û xemgînî dibihure. Xweziyên hêviya jiyaneka xweş ji devê her mirovî bo mirovên dîtir têne veguhestin lê belê hêviya mirovên Kurd yên li Sûr, Silopî, Nisêbîn, Cizîr û gelik deverên dîtir vê kêliyê di bin potînê kujeran de fetisiye.
Kenê zarokan kêm nebe jî şûna rondikan gelik caran dilopên xwînê di torbendên civakî de belav dibin. Şûna kilîliyên jinên Kurd bêdengiya mirinê li ber deriyê mala dirêjkirî ye.
Şûna civatên sersalê civatên dagirtina telefona û belavkirina avê di bêdengiya mirinê de desthilate.
Eve ne çarenivîsa van zaroka û van gund û bajara ye. Eve xezeba –Qencbûna- Kurda ye, ya dijminê xwe jî efu dike an jî di rojên herî xirab de bi destê dijminên xwe jî digre. Eve xezeba siyaseta Kurde ya ku ji jor ve bi daxuyanî, bang û peyaman dixwaze karikan ji gura biparêze. Eve xezeba ezraîleqî bêqewet, melkemotekî bêkêre ku ji siyaset û artêşên Kurda wêrekiya xwe wergirtiye û berê xwe dide nav laşê bê parestin yên Kurda.
Hêvî him nanê feqîra ye, him jî xwexapandina nezana ye. Ji ber vê yekê ji sala 2016 ê êdî divê tu hêviya gelê Kurd, mirovê Kurd nebe. Ew hêviya ji salê tê kirin dawiya dawî ji dijminên Kurdan jî tê kirin. –Dewlet çima me dikuje-, -Dewlet çima şer dike?- Dewlet çima bo aşîtiyê narûne, dewlet çima vêya û wêya nake?
Di vê jiyênê de tu tişt wekî van peyvan ne peyvên ehmeq û bêhiş û nezana ne. Ji ber hêviya ji dijmin, banga li dijmin ji xwe xwesipartina dijmine.
Peyamên sersalê yên aştîxwaziyê dirûtî dibînim. Xwedanê van peyaman li heyvê dijîn bawerim.
Ji ber vê yekê ji sala nû ez tu hêvî nakim. Ji sala nû ne ji dijminan ne ji dostan ez tu hêviyan nakim. Di sala nû de xwestekên ku mirov ji xwe bikê tenê dikarin cihê xwe bigrin û wateya wan hebe.
Ez jî di sala nû de ji bo gelê Kurd şerekî dijwar dixwazim. Şere kî ji xendekên Kolana derketibe û xwe gihandibe xendekê sînorên bajarê Kurdistanê, sînorê Bakurê Kurdistan û tirkiyê, Şerekî ku li himber kuştina her zarokekî Kurd bajarekî Tirkiyê bê şewitandin. Şerekî ku li himber xirabkirina her xaniyekî Kurda wargeheke leşkerî ya tirkiyê bête şewitandin. Şerekî ku ji Kurdistanê derkeve û kolanên bajarê Tirkiyê bike dojeh. Şerekî dilê dayikên me xweş bike her ku dayikeke Kurd hate kuştin guhê 20 tîmên taybet bête birîn û bêne xesandin. Şerekî ji daxuyaniyên çapemeniyê dûr, ji bangên pûç û vala yên gel dur, şerekî ku siyaset û artêşa Kurdan xwe nexe pişta berxwedana ciwanên bajara û di hola şer ya tirkiyê de ji Kurdan re serkeftinê bîne.
Ez jî vana dixwazim. Ji derewên –Aşîtîxwaziyê- dur, ji derewên –Demokrasiyê- dur, ji derewên –Şerê çiya- dûr.
Aşkere û vekirî eger îsal, sala 2016 ê artêşa kurda ya gerîlla û siyaseta Kurdan yê Bakur PKK û HDP xwe li pêş van ciwanên Kurd nekin senger û kolanên bajarê Tirkiyê nekin dojeh çarenivîsa Kurdan tunebûne. Kurd hetanî saxin wê wêneyên Şehîdên xwe bi dîwara ve bikin û di bin koletiya hezaran sal de dê tune bibin.
Eger îsal wekî salên bihurî erda tirkiyê di nava aramî û xweşiyê de, ya Kurdistanê jî di nava dojeh û agirde bimîne wê demê Kurdîtî dê tenê di pirtûkan de, di çarîneyên helbestan de û di nava sitranan de veşartî bimîne.
Kurd ji 2 tiştan bêzar bûne; yek herkêlî û hersal nûçeyên –Ragihandina Kurdistan azad nêzîk bûye- yên hêrêma Kurdistanê, ya dîtir jî; Eger tirkiye di van siyasetên xwe de bi dakokî be em dê dakevin bajara- ya rayedarên PKK ê.
Eger îsal ev herdû nûçe dîsan di devê Kurdan de bibin benîşt sersala pêş me Kurd aşkere û vekirî dê bibêjin – Bes henekê xwe bi me bikin- û dê siyaseta xwe bavê nav gemara dîrokê. Çêdibe daketina bajaran ne daxuyaniyeka rast be, dibe ragihandina Kurdistanê jî gelek cara ne dema xwe be, lê çi dibe bila bibe hêviyên pûç û çavlirêbûnên pûç êdî zikê vî gelî têr nakin. PKK 50 kesî daxe nav kolanên bajarê Tirkiyê dê tirkî di nava mehekê de bibe kuçik. PDK beriya 4 salan dema ragihandina Kurdistana azad xiste bernama xwe diviya ragihandibane û barê giran girtibane ser şanê xwe. Hesabên siyasî, hesabên berjewendiyan tu carî bidawî nayên.
Ez jî ji bo sala 2016 ê şerekî giran ku wan kolanên bajarê Kurdistanê biparêze, şerekî ku enqerê , sitenbolê, izmîrê û antalyayê ji –bajarên xweş yên karkirinê yê Kurda- derxîne bike bajarên dojehê dixwazim. Wekî dîtir ji bo parestina mirovên Kurd ez tu rêk û rêçikên dîtir nabînim. Aramî, aşîtî, azadî, bextewerî di şerekî giran yê Tirkiyê ve dibihure.

dîtin: 509

Pêveker:

ji bo sala 2016 ê şerekî dijwar dixwazim