Ji bo xwe cuwan bike derman xwarlê bû mêr

Ji bo xwe cuwan bike derman xwarlê bû mêr

Ji bo bedena xwe û bejnûbala xwe cuwan bike dermanek bi navê steroid xwar û piştî hingî gav bi gav bû zilam.

Li paytexta Brîtanya Londonê  jina bi navê Candice Armstrongê 28 salî ji bo xwe cuwan bike dermanê bi navê steroid bikar anî. Piştî bikaranîna vî dermanî li ser cihê endamê wê yê jinî endamê zilamekê (penîs) derket.

Li gor nûçeya rojnameya Daily Mail sing û memikên wê jî hêdî-hêdî biçûk bûn, milên wê û ranên wê bi edeleyan hatine dagirtin, porê wê weşiya û ji rû û laşê wê jî muyên zilamî derketin.

Armstrong dest ji bikaranîna dermanê jî berda lê dîsa venagere rewşa berî. Ev serpêhatiya Candice Armstrong bû mijara belgefilmekê.