Ji Demîrtaş nameyek ji bo dayika Xano

Ji Demîrtaş nameyek ji bo dayika Xano
Namzetê serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ji girtîgehê nameyek ji bo jineka bi navê Xano şand.
Parêzerê Demîrtaşî Mahsunî Karamanî nameya Selahedîn Demîrtaş ji bo Dayika Xano ku li vîdeoyên wî gelek temaşe dike parve kiriye
Nameya Demîrtaş:
“Dayika Xano ya qedirbilind. Min bihîst ku tu li vîdeoyên min temaşe dikî. Xwedê emrekê dirêj û silamet bide te. Ez bi xwe dê li cem te û bi awayekî rasterast ji bo te stranan bistirim. Te hay ji xwe hebe. Destên te maç dikim.”