Cizir Canton- Rewanbej
Ji Desteya Perwerde û Fêrkirina Kantona Cizîrê daxuyanî

Roja duşemê (28’ê Îlonê) Desteya Perwerde û Fêrkirina Kantona Cizîrê derbarê xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pilana qedexeya vê biryarê ji aliyê rejîma Sûriyê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanî ku di malpera fermî ya PYD’ê de hatiye weşandin tê, Piştî biryara derbazkirina rêbazê zimanê Kurdî li hemû dibistanên giştî û taybet ji hêla Desteya Perwerde û Fêrkirinê di Rêveberiya Xweseriya Demokrat di Kantona Cizîrê de, Rêjîma Sûriyê bi riya parêzgarê Hesekê û rêveberiya perwerdê li Hesekê civînek bi rêveberên dibistanan û hin mamosteyên bajarê Qamişlo li darxist û ji wan xwest ku dibistanan venekin û qutkirina hemû dibistanên ku rêbazên Rêveberiya Xweseriya Demokrat bikar tînin, herweke ku sê dibistan destnîşan kirine li bajêr ji bo ku lê bicivin ji hejimar 8 heya 12,3 piştî ku li ser tomara dema kar mor bikin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de tê, ’’Rêjîma diktator a ku zarokên  Kurd ji mafê fêrbûna zimanê dayikê û pêşxistina çanda wan bi salan bêpar kirine, hê li ser helwest û siyaseta xwe a ku li ser tunekirina gelê Kurd û şermezarkirina mafê wan yên netewî û demokrat berdewame, herwiha helwestên wan li ser yek rengî ,yek al ,yek netew û yek ziman e ’’.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê di Kantona Cizîrê de van pêrabûnên ne niştimanî û ne demokratîk yên ku li dijî maf û nirxên demokrasî û mirovahiyêne şermezar dike û tekeziya berdewamiya biryara xwe dike ji bo derbaskirina rêbazên xwe li hemû dibistanên giştî û taybetî. herweke ku ew li ser helwesta xwe venagerin û ew ajoyeke ji rêveberiyê re ye  ji bo berfirehkirina rêbaz ji hêla hejimara pirtûkan û derbaskirina  polên din, herweke ku Desteya Perwerdê û Fêrkirinê wê hemû dibistanan veke û nahêle rêjîm polekê bigire û ewê qelenê van pêrabûnan bide.

Bi vê helkeftê Desteya Perwerde û Fêrkirinê bang li hemû desteyên perwerdê û fêrkirinê û hemû mamosteyan kir ku ji biryara rêjîmê bi miladan neynin û bi dema karê xwe li dibistanan  pabend bin .

Desteya Perwerde û fêrkirinê di daxuyaniya xwe de ji hemû  malbatên xwendekaran  dixwaze ku  piştgiriya zarokên xwe  li ser  çûna  dibistanan  û hînbûna zimanê  dayikê bikin, ’’ ji ber ku  ev  rêbaz berî her tiştî nasnama  gelê Kurd  a  netewî  berceste  dike, ev nasnama  ku her dem nîşana êrîşên rêjîma dîktator û şofîniyan bû , hînkirina zimanê  dayikê hemû  belgeyên  mafên  mirov , yasaya navnetewî , rêbazên  dadmendî  û hemû  gelê Kurd doza parastina vî mafî  dike’’.

Di dawiya daxuyaniyê de tê ’’ Rêbazên zimanê  Kurdî pêşketî  û demokrat e û  ne  dijî  tu  çand  û zimana  ye û rêveberiya  xweseriya demokrat  hemû  derfetan  ji  bo  pêşketina  hemû  çand  û  zimanên pêkhateyan re peyda dike,  ji bo vê jî   komîteyek  rêbazên  demokrat  ji  pêkhateyên  Ereb  û Siryan re amade dibe û biryargehên  kar  û hemû  piştgiriyên heyberî  û razberî  ji wan re tên dabîn kirin û dibe  ku di sala pêşberî me de  herdu  rêbaz  têkevin  warê piratîkî  de’’.

 

Desteya  Perwerde û  hînkirinê  li  Kantona  Cizîrê

Nûkirina Dawî : 01 Oct 2015 2:56

Xwendin: 127


Leave a Reply