wpid-gemiya_mirine_kaksar.jpg
Ji Gemiya mirinê, heya bi Restoranta terorê û Kongreya AKPê | Kakşar Oremar

Hinek wêne hene ku biqasî pirtûkeke hezar rûpelî xwedî hêz û gotinên xwe yên taybetî ne. peyamên wêneyan pirin: Carna dem û satên şer, serhildan û rûdanên zanistî, siyasî û civakî di nava dilê xwe de tomar dikin û carna jî şokeke hissî di dilê temaşavanên xwe de çêdikin. Her roj hezaran wêne ji hêla ajans û wênegiran ve têne girtin û raya giştî wan dibîne, lê tenê çendek ji wan dibine xwedî nasnavekî cihanî. Di karê ragehandinê de hêza wêneyekê xwedî girîngiyeke mezine. Bi rêya wêneyên ku heya kûrahiya bîr û ramanên mirovan bandora xwe çêdikin, his û hest têne gûherandin. Dil û mejî dilerizin. Heya em rastiyan nebînin cihan jî nayê gûherandin. Bi rêya van wêneyan mirovahî rastî hezaran pirsan dibe û carna jî şermê li xwe dike. Em bi destê xwe cihana xwe wêran dikin.

image

Alanê Kobanê, Ezîzê Şingalê
Gemiyeke biçûk di dilê şeveke tarî da bi çend kesan re xwe dispêre nava dilê deryayê. Ew nizanin ku qedereke nediyar li benda wan e. Roja piştire zarokekî kurîn yê sê salî devo-dev li peravekê tê dîtin. Ketiye xeweke ebedî. Reng û rûyê wî zer, tiliyên wî sar û çavên wî vekirî ne. Navê wî Alan Kurdî ye. Weke ku tenê Kurd dikarin bibin sembolên bextreşî û xwelîseriya penaberên aware ji rojhilata navîn. Wî wêneyî cihan hejand û Ewropa rakir ser piyan, lê dîktarorên ku bûne sedema çêbûna van dîmenên tije êş, bêdeng man!. Ne li Helepçê, ne li Şingalê, ne li Kobanî û ne jî li Cizîra Botan dengek ji cinayetkarên weke Sedan Husên, Bişar Elesd û Tayîp Erdogan derneket!!. Sembola koçberiyê û qedera reş a koçberên Kurd li sala 2014an Ezîzê Şingalê, li sala 2015an jî Alanê Kobanê bû. Yek li ber şewata tavê kûzirî, kor bû û fetisî, yê din jî di nava dilê behreke bêbinî fetsî. Yê Şingalê bû fîdayê bêdilovaniya dayik û babê xwe û bi hêştina wî re xwîşk û birayên wî ji mirinê rizgar bûn, lê yê din berî ku xewin û xeyalên paşerojeke xweş bi xwe re bibe nava sîpelên bihêz ên deryayê Rîhana dayîka wî û Xalibê birayê wî can dabûn. Fîdakariya dayîkê ji ya bab zêdetir bû. Her sê niha li Kobanê ketine xewa xwe a bêdawî. Wêneyê Ezîz û Alan dişibin hev û wêneyên zarokên Kurd li Helepçê û Vîtnamê jî weke hevin. Hinek ji ber bombeyên Napalm dişewtin û diqêrînin, hinek jî ji ber bombeyên kîmyawî ku her du jî xelatên welatên Rojava bûn, can didin. Ji hêlekê bi firotina wan jiyana dîktaroran dirêj dibû û ji hêla din jî gulên jiyanê di bihara jiyana xwe de diçirmisîn. Ew wêne yê di dîrokeke dûr û dirêj de “ riha çax û demê ” biparêzin. Yê tim dema koçberiyê li sala 2015an bi bîra dîrokê bînin.

image

Dema ez li dîmen û wêneyên zarokên Cizîra Botan dinêrim, faşîzima serdema Hitler di salên 1937an de li ber çavên min zindî dibin. Li dijî Yehûdiyan çi kirin û nekirin, qet nayê gotin, lê piştre sala 1970an gelê Almaniya bi rêya serokê xwe yê demokrat Willy Brandt( 1913 – 1992 ) li hemberî mezarê “ leşkerê bênav û nîşan” li bajarê Warşau ket ser çokan û dawa lêborîn xwest. Gelo tê hişê we ku rojekê rêberekî yek ji dewletên dagîrker li Kurdistanê karekî wiha bike?!

image

Terora Dr Sadiq Şerfkendî
Roja 17 meha September a sala 1992an bû. Rêberên Kurd û çendîn partî û rêxistinên din yên siyasî nû ji civîna xwe ya Kongireya Internasional Sosialist derketibûn. Êvariya wê rojê ji bo hinek hevdîtinên siyasî li resturantek Yunanî ya bi navê Mykonos li bajarê Berlînê hatin ba hev. Lê hê di destpêka hevdîtinên xwe de bûn ku çend zilamên Îranî û Ereb( Libnanî ) bi çekên germ ketin hundirî resturantê û rêberên Kurd dan ber goleyan. Di wê hêrişa terorîstî de Dr. Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî( endamê komîta navendî û berdevikê KDP.Iranê li Ewropa ) û Homayun Erdelan( berpirsê komîta KDP.Iran li welatê Almaniya ) û dostekî doza Kurda yê binavê Nûrî Dêhkurdî ku Îranî bû di cih de hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Piştî çend rojan ew tev bi merasimeke taybetî li goristana Parîs ya naskirî hatin veşartin.

image

Dadgeha Mykonos û Rûreşiya Rêberên Komara Îslamî a Îranê
Birêveberên komara îslamî li pey kuştina Dr. Qasimlo dijminekî xwe yê zana ji holê rakiribûn. Lê cigirê wî ew valatiya wî heya radeyekê tejî kiribû û bi îsrar li pey rêyekê digeriya ku eniyeke hevgirtî ji hêzên dijberî komara îslamî pêkbîne. Ev xal bû sedema kuştina Dr. S. Şerefkendî. Di kuştina Qasimlo de bi dayîna êmtiyazên aborî wan nehiştin ku dengê raya giştî zêde li dijî wan bilind bibe û dewleta Avusturya jî bi awayekî eşkera hevkariya qatilên Dr. Qasimlo kir ku bi bê pirsgirêk ji welatê wan derkevin. Ji Dr. S.Şerefkendî jî pilaneke wiha danîbûn lê vê carê “ dadgeha qezayîya welatê Almaniya Federal ” derfeteke wiha neda wan. Herçend wan ji bo pilan û projên xwe yên gemar hertim bi milyonan dolar xerc dikirin ku cihê destê xwe yê di encamdayîna van kiryaran de wenda bikin û rûreşiya wan eşkere nebe, lê vê carê tîra wan bi nîşan neket. Li pey rijandina xwîna rêberên Kurd êdî wan nekarî pêngaveke din li dijî dijberên xwe bavêjin. Bi vî awayî ji wir û şûnde jî wan nekarî li dijî dilnexwazên xwe yên siyasî karê terorê bidomînin. Ji aliyekî din jî êdî berfirehbûna terorîsima di bin serokatiya dewleta Îranê de rewşa asayêşa welatên Ewropa jî xistibû metirsiyê.

image

Li Almaniya Dadgeha Mykonos piştî dadgeha Nürnberg ku ji bo eşkerekirina cinayetên çend birêverenê Nazî li bajarê Nürnberg hatibû lidarxistin, girantirîn û dirêjtirîn dadgeh e ku li dijî birêveberên Îranî hatiye pêkanîn. Ji aliyê din jî hemû hewldanên Îranê yên ji bo pêşîgirtina kar û biryarên dadgeha Mykonos vala derketin.
Piştî çend salan karê dadgehê û xerckirina çend milyon Euroyan di 20 April a sala 2004an de biryara dadgehê eşkere bû û ji araya giştîya cîhanê re bi ronî eşkera bû ku rêberê olî yê Îranê Aytulah Xaminêyî, serokkomarê wê demê Elî Ekber Refsencanî, Wilayetî( wezîrê derve yê hingî ), Felahiyan( wezîrê îstêxbaratê yê wê demê ) û çendîn kesên din ji berpirsên bilind bi awayekî nihînî di kuştina rêberên Kurd de dest hebûne. Wan bi rêya kadroyên sifaretxaneya xwe a li Almaniya pilaneke wiha cî bi cî kirin. Ev karê han ji komara Îslamî a Îranê re skandaleke mezin û dîrokî bû ku qet nayê ji bîr kirin. Rêberên sereke yê Îranê bi vê tawanê hatin mehkûmkirin û biryara girtina hinek ji wan jî hate dayîn. Çend kesên din jî ku hatibûn girtin bi hepsa muebed hatin sizadan ku Kazim Darabî yek ji wan bû. Xwîna lîderên Kurd bû tezmînatek ku rê li ber terora sedan kesên din girt.
Dr Şerfekendî mirovekî zana û dizanî ku bi bê hêzên din yên siyasî Kurd bi tenê nikarin li dijî rejîma meleyan karekî bikin. Wî tim wiha digot:” Heya siya dîktator û kevneperestiyê bimîne jiyaneke asayî, bêdeng û bêserêşî jî ji kesî re mumkin nîne. Bizava azadîxwaziya Kurdistanê bizava kom an jî çîneke taybetî ji bo daxwazeke taybetî nîne. Ev bizav bizaveke ji bo azadî, ji bo rizgarîya ji bindestiyê û bo gehiştina bi mafên herî sade yên insanî ku xwezî û hesretên hemû endamên civaka Kurdî ne….”
Mixabin bi şehadeta Dr S Şerefkendî re biza siyasî jî li rojhilatê Kurdistanê sal bi sal bêhêz bû. Rêberên HDK li ser daxwazên pir biçûk mîrasê pêşwa Qazî û hezaran şehîdên din ji hev belavkirin û niha bûne çend kom û deste ku mirov nikare heta bi risteyekê jî binivîse ka sedemên cudabûna wan a ji hev çima û ji çi re ye!!. Koma terorîstan dizanîn ku ewê pêngaveke mezin hilînin, lê sed heyf û mixabin ” koma şoreşger û rêberên me ” nedizanîn ka ew pêngavên mezin çiqas dilê rayedarên „ komara teror û wehşetê “ dilerzandin. Ji ber wê jî zû ketin gerê û bi terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî re hemû xewin û xweziyên Dr. Qasimlo û Pêşewa Qazî carê vala derxistin. Lê… lê… lê… kerwanê doza siyasî a Kurdistanê bi rewşeke wiha re jî nasekine. Hîvîdarim ” gula eşqa pêşewa Qazî, Simkoyê Şikak û Şêx Ûbeydulah Nehrî ” neçirmise.

image

Partiyên başûr û Kongireya AKPê
Di çaxekî de ku li bakurê Kurdistanê şerekî hemû alî ji hêla dewleta Tirkiyê ve li dijî Kurdan didome, AKP bi meremên siyasî kongireya xwe lidar dixe. Bi wê kirîza siyasî a ku îro li başûrê Kurdistanê heye mixabin ji pênc partiyên siyasî tenê Goran beşdar nebû û vexwendina AKPê nepejirand. Di çaxekî de şanda partiyên YNK, PDK, Komelî Îslamî û Yekgirtûy Îslamî beşdarî wê kongireyê dibin ku:
Li bakurê Kurdistanê xwîn dibare û ji hêla AKPê ve şer heta li dijî sivîlan jî heye,
Bi serkeftina HDPê re AKPê şerekî hemû alî li dijî vê destkeftê daye destpêkirin ku zirara Kurdên başûr jî têde heye,
İzina veşartina zarokên Kurdan yên kuştî jî li Cizîrê nayê dayîn,
Bajarên weke Cizîra Botan hatine dorpêçkirin û li Gever, Slopî û Amedê jî rewşa awarte hatiye îlan kirin,
Kirîzeke siyasî, aborî û civakî li başûrê Kurdistanê berdewame,
Li pey hevkariya dewleta Tirkiyê û Daîşê, bi dehan canan binpêkirina mafê mirovan li Kurdistanê gelek welat ên hevpeymanên Tirkiyê ji nûve peywedniyên xwe û wan li ber çavan derbas dikin,
Pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê gehane astekî bilind û pêre jî bala hemû cihanê kişandiye ser wan
Û ….hwd
Di demekê de ku hovîtiyên AKPê li bakurê Kurdistanê gehane sewiya xwe a herî bilind, gelo ma karekî wiha tê çi wateyê? Ji xeynî bêpirensîpîyên siyasî û exlaqî karekî wiha xwedî kîjan nasnameyê ye? Ger bê bîra we ji ber rûdanên heftiyên berê heta niha ti şandeke Ewropî bi meremên aborî jî seredana Tirkiyê nekirine. “ Şiwra bilind a Yekîtiya Ewropa “ ji dewleta Tirkiyê xwest ku rê bidin şandeke çavdêr ku biçe û ji nêzve rewşa Cizîrê bibîne. Ev jî tê wê wateyê ku ti bawerîya wan bi dewleta Tirkiyê nemaye. Siyasetmedar û pêre jî hinek qaşo rojnamevan û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê bi karekî wiha re xêza îbtalê kişandine ser nav, ked û pirensîpên xwe yên exlaqî. Herwiha ez fam nakim çima ew bi karên wiha kêm re ewqas di çavê dost û dijminan de xwe erzan û bêqîmet dikin? Bêşermî û bêpirensîpîyê ji her aliyê xwe ve jî sinorek jêre heye, lê ewqas xwe kêmdîtin çima û ji çi re?!!
Wan dikarî bi beşdarînekirina xwe dîplomasiyekê bikin ku meşrûiyeta xwe a ji holê rabûyî di çavê Kurdên Kurdistana mezin da careke din bikirin.
Ev ne cara yekê ye ku rayedarên başûrê Kurdistanê henek û sivkatiyên xwe bi hisên Kurdên parçên din dikin. Dema ku ji hêla rêberên Kurd ve qalîça sor ji terorîst û bikujê Dr Qasimlo yanî Cefer Sehrarûdî re li Hewlêr û Silêmaniyê tê raxistin û hemû rêberên Kurd bi germî pêşwazîyê li wî qatilê bêexlaq dikin, êdî karekî wiha xwedî kîjan pîvana xwe a insanî û Kurdperweriyê ye? Dema ku merasima salroja mirina Xûmêynî ji salroja şehadeta Pêşewa Qazî baştir û germtir tê birêvebirin, hûn xwedî kîjan analîzê li ser kiryarên wiha ne?! Dema li dijî desthilata rojava xendekan dikolînin, dema ku li dijî bakurê Kurdistanê hevkariya leşkerî û êstixbaratî didin komara Tirkiyê, dema di nava xwe de li ser êmtiyazên erzan li hev nakin, bêdengiya li hemberî terora çalakvanên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê û hwd, êdî karekî wiha dîplomasî, zîrekî, rewşenbîrî û sûd standina ji derfeta ne?!! Gelo ma serokên me ji hêla fikra siyasî ve ewqas feqîr û dest û pê spî ne? Şiwirmendên wan tunene?! Kesekî dilsoz tune ku ji wan re bêje karên wiha yê berî her tiştekî zirareke mezin bide nav û paşeroja wan bixwe? Qet nebe nikarin rewşa derdora xwe û bûyerên ku li welatên cîran diqewimin analîz bikin?! Ma hisabekê ji paşeroja xwe û qedera gelê xwe re nakin?
Di rojên giran da bira pişta hev digirin û desthilatdariya başûrê Kurdistanê bi li ber çavgirtina faktirên bihêz yên aborî dikarî bi helwesteke erênî neçe wê kongirê. Bi karekî wiha re tenê mirov dikare bêje mesafa xwe û doza Kurdên bakurê Kurdistanê zêdetir kirin û bi karekî wiha heta xiyanet jî li birayên xwe kirin. Pêkenîna wan qaşo siyasetmedar û rojnamevanan bêşermiyeke ku dîrok ji bîr nake. Destkeftên vê seredanê ji xeynî ticareta wan a şexsî û pêre jî rûreşiyekê çiye? Di rojên wiha tengav de bendewariya Kurdên bakur boykota dewleta Tirkiyê û piştgiya ji doza wan bû. Di rewşeke wiha hesas de wan dikarî ger bo demeke kurt jî be astê peywendiyên xwe yên siyasî-aborî bi Tirkiyê re bînin xwarê.
Çima dilê Kurdên rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdarên başûr neşkê çaxê ku terorîstekî sernas yê weke Cefer Sehrarûdî an jî Qasim Silêmanî weke dîplota tên başûr û qeşmeriyê bi doza Kurdan dikin? Ma Sehrarûdî qatilê Dr Qasimlo nîne? Ma Q. Silêmanî sedan pêşmerge û azadîxwazên Kurd nedane teror kirin?!
Êdî heya ku yê wiha bidome, xwedê bixêr bike…

Nûkirina Dawî : 18 Sep 2015 7:51

Xwendin: 277