Ji Hewlêr ta Kobanî

Ji Hewlêr ta Kobanî

Ev nivîs bi Farisî bi sernivîsa “Rêwîtî: Ji Hewlêrê heya Kobanê; Ji bêliviyê heya Berxwedanê” hatiye nivîsîn. Em ê resm û rengên vê Rêwîtiyê sê rojan li ser hev di rûpela xwe ya şandê de bi gewde bikin.
Wergêr ji Farisî : Dêrsim Oremar

Bêyî liserhevkirina derewan ji bo xafilandina malbat û hevalên xwe nedigihiştime Kobanê. Meqsed Kobanê ye, heman bajarê ku bi rojan e coya xwîn û bêhna genî jê difûre, bajarê ku bi berxwedana dawiyê cîhan matmayî û heyirî hişt û bo min jî îsbat kir ku ji bo derketina ji vê jiyana rojane ya westêner, hê jî kûrê rêyeke hêviyê heye.
Yek negirtina derewên min, bû sedema acizbûna hevalekî û telefonê li ser min qut kir da bi acizî ji pêlekanên termînalê ber bi otubusên ’’Can Diyarbekir’’ ser bikevim.
Du ciwanên Kurd yên xelkê Tirkiyê li wê bûn, herduyan bi kurmancî bi xêr hatina min kir û bersiva pirsên min bi heman kenê taybet bi karmendan bersivandin. Piştî demekê li hev nêrîn û bi Tirkî axiftina xwe domandin! Ez heyirî mam. Ji bilî xewnên min û dayika min, ev yekem nîşaneya rêwîtiya ber bi welatekî neasayî, ne asayîtir dikir. Wan 74 hezar dînar ji me herduyan wergirtin. Min negot em du kes in ku me biryar daye heya Kobanê nesekinin.
Nêzî heft salan e Mehdiyê nas dikim. Ji bo wêne kişandinê Tehran ber bi Rojhilatê Kurdistana terikandiye, me hevdu nas kir û çîroka vê naskirinê ewqas dirêj e ku tu şikekê nehêle. Mehdiye dişibe keçikên serserî û xwîn şirîn û dilovan, ewqas dilovan e ku gelek kes hesûdiya bi bihevrebûna me dikin; ji ajovanê teksiyê bigre heta wan bilêtfiroşan.
Piştî rawestaneke kurt, otubus ji Hewlêrê ber bi Diyarbekirê dikeve ser rê. Demjimêr 8:00 ê piştî nîvro 23ê Cotmehê ye û baştir e çend rojan paşde vegerim.
Piştî gelek kêşmekêşan, em ne li ser kampa penaberan, lê ji bo rêwîtiya Kobanê bûne hev ra. Ji we çi veşêrim, halê min ji rêwîtiyên bi tenê û komî yên wênegiran bo kampa penaberan têk diçe.
Ne ji ber hêsirên derew û avakirina karên derew heta ji bo çend hevalên xwe, belkî ji ber pêvajoya normalkirina bûyeran û kêmkirina wê heya çend hezar pîkselên rengan.
Armanca Mehdiyê ji vê rêwîtiyê çi ye? Israra wê ji bo çûna Kobanê dilgermî dida min, tevî ku heya roja dawiyê jî zêdetir ji sedî deh a hevrêwîtiya me bi hev re nebû. Biryara sereke Mehdiyê dabû û bi tu hêncet û sedemekê jî ji kerê şeytan peya nedibû.
Me lêkolîn destpê kirin û li hemû deriyên heyî xist. Çûna Kobanê di şert û mercên heyî de ewqas zehmet û ne mumkîn bû ku heta serokê Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk a rojavayê Kurdistanê (PYD) ji israra me ya zêde, ya ku bi raya wî ne mumkin, ecêbmayî mabû. Sê rêyên sereke ji bo çûna Kobanê li ser kaxezê hebûn.
Rêya yekem, em ji sînorê Pêşxabûr û bi destûra fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdisatna derbazî Qamişloyê bibin ku di piratîkê de nemumkîn bû. Ji ber ku piştî kembera Ereb (cêgîr kirina ereban li warên kurdan) demografiya vê beşa Kurdistanê, sê kantonên ji hev veqetyayî ava kiribûn ku di navbera wan de Ereb hatine bicîhkirin û niha jî bi temamî di bin kontrola DAİŞê de ye û sînorê Nisêbînê yê bakurê Kurdistanê jî me nagihîne Kobanê.
Rêya duyem ev bû ku ji bakurê Kurdistana xwe bigehînine Kobanê. Ji bo wê jî lazim bû berê biçine Diyarbekir, Urfa û Pirsûsê. Ji vê derê jî bi hênceteke metîn! Ji take sînorê Tirkiyê, bi pasportên morkirî xwe bigihînîn Kobanê. Lê pirsgirêka mezin ev bû ku dewleta Tirkiyê rê nedida ava paketan jî biçe Kobanê, çi bigihe Peyamnêr û rojnamevanan!
* Hûn du kes, dixwazin biçine Kobanê çi?
* Cenab em tûrîst in.
Çênabe. Dawiya dawî dibû ku em jî weke wan hemû peyamnêran li deşta Pirsûsê mabana û kulav û êlekê bi logoya Pressê li xwe bikira û li benda bilindbûna dûkelê mabana, da sutemeniya dûkela ajansên me dabîn bibe û şevê jî vegeriyabane hotelên Urfayê.
Û rêya sêyemîn; em rêwîtiya xwe berdewam bikin, lê li Pirsûsê rêya xwe veguherin û bi rêya qaçax, xwe bigehînin nava Kobanê. Gotina wê bê pere ye, lê di piratîkê de hema hema ne mumkin bû.
Yekem, tenê şervanên PYD dikarin hevkariya me bikin, helbet ji bo mirovên serserî bê dayîna tu garantiyekî.
Duyem, eskerên Tirk take rêya ku hê DAÎŞê dorpêç nekiriye, bi tank û guleyan diparêzin. Derbazbûna ji vê rêyê, wate lîstina bi mirinê re û dikare bibe mijara fîlmekî bi navê ”Govenda bi Mirinê re”.
Piştî pirs û rawêjan, me nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Silêmaniyê vedît. Avahiyeke bê tabela, û vê yekê bixwe hesasiyeta mijarê nîşan dida. Em du saetan axivîn, me ji her deriyekî rê ceribandin. Me pesnê wan jî da. Lê daxwaza me red kirin, lê israra me bû sedem li ser mijarê bifikirin.
Yan jî dikarim weke nîv sozekî bi nav bikim. Di warê teorîk de egera guhertina wan nîv sozan heye.
Ji me peywendiyên berdewam û ji wan jî bersivên nerênî. Me got, em sibê li Diyarbekirê dimînîn. Heman şevê du hejmarên telefonê dan me û bêyî ku em telefonê bikin rêwîtiyê destpê kir.
Terikandina Hewlêrê hisa xatirxwestina bi nexweşiyê da min, heta eger gav avêtina nava meydana agir û ketine nava şerekî de be ku serbazên îslamê ji 87 welatên cîhanê li kolanên bajarekî biçûk kom kiribin.
Bi destnivîsa xwe ya xîç û xar û bê serûber wan tiştan di deftera xwe de dinivîsim û bi nêrîna bi guman a Mehdiyê dihesim.

Koka berxwedanê di çi de ye?

Di nava otubusên Tirkiyê de her kursiyekî televîziyoneke biçûk heye û rêwî dikarin bi danana guhberkan kanalan ser û bin bikin. Berê ez gelek şa bûm.
Ketime bîra rêwîtiyên li bajêrên Îranê, ku mecbûr bûm heta dawiyê li rêze fîlmên bêtam binêrim. Lê kanalên Tirkiyê jî di rû de cuda ne; bingeha hemûyan temayên popolîstî yên heyî ne; şowên Tirkî, rêzefîlmên aşiqane, gotsek û helbet ezemeta Osmaniyan… . Piraniya rêwiyan serê xwe çemandine ser vê çargoşeya biçûk.
Piraniya kanalan ser û bin dikim, heya digehime kanala ku cadeya pêşberî me nîşan dide.
Siyaseta asîmîlasiyona dewleta Tirk hemû aliyên jiyana Kurdên wî welatî xistiye bin bandora xwe. Ji mîmarî, cade, ziman, hels û keft û…heta ew ragehandin û kanalên ku hemû xelk li cihê xwe dane rûniştandin.  Lê koka wê berxwedan û şerê bêwestiyan a wan di çi de ye? Ev pirseke ku belkî bi piyaseya di kolanên Diyarbekirê de û kûrbûna di ferqa xwestekên wan yên çînatiyê de, berivek bo bête vedîtin. Belkî jî gêjtir bibim, nizanim. Hizra li ser vê meselê tehemula min kêm dike.
Belkî heya 10 saetên din li Diyarbekirê bin. Çavên min giran bûne û serê min ji sewdaya rêwîtiyeke bi macira û metirsîdar tijî ye. Piştî bi dawî bûna rêwîtiyê, bi xwendina wan rêzenivîsên xwe hestên min çi dibin?
Gelo dawiya dawî Kobanê dê ji destê hêzên îslamî derbikeve? Gelo vê rêwîtiyê vegerek jî heye? Ev bijareya dawî mûyên laşê min sîxsîxî dike.
Li çavên di xew de mayiyên Mehdiyê dinêrim û  bi vemirandina çargoşeya biçûk heya xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl, perdeya çavên xwe venakim.

Roja duyem

Saet hinek ji 12:00´ê boriye û ez li ser bilindtirîn cihê keleh yan bedena Diyarbekirê rû li rojê razame. Ya rast nizanim kelehe yan beden. Cadeyên ku di dirêjahiya wê de qutbûn çêkirine, min mecbûr dike bêjim keleh e. Tava xweş a esmanê Diyarbekirê westana şevê ya laşê minî sar kêmtir dike.
Ji bo kesên weke min ku nikarin di wan sîstemên mafiyayî de ku navê dewletê li dû xwe dikêşin, teftêşkirina me di şeş xalênan de, hem bê hurmetiye hem jî nabe lê bibihurî. Li du aliyên sînorê Îbrahîm Xelîl, laş û ruhê me bi X-Ray yê dişopînin. Sê saet ji bo vî karî pêwîst in.
Bi ewqas peya bûn, mor kirin û dîsa suwar bûnê, me ferqa di navbera rêwîtiya bi firoke û rêwîtiya ser erdê zanî. Prestîja rêwîtiya hewayî tenê di xerabiya rêya cadeyan de nîne, lê ji ber çînatiya kesan, kontrol kirina rêwiyan kêmtir yan baştir bêjim nayê hiskirin.

\"kobani3\"

Bajarekî rewşa wê ya asayî raperîn

Temam ku çavên min hinekî germ dibin û dikevine ser hev, lazim e careke din bême teftêşkirin. Şirnex, Êlîh û gelek gundên din li pey me man, heta ku me xwe di termînala Diyarbekirê de dît. Heman bajarê ku rengê sor ê hereketên şoreşgerî yên salên 1980-90 ê têde tê hîskirin.
Mehdiye di rojên dubare, hesas û ne adilane yên derketina wî rengî de ye û nîv demjimêran wenda dibe.
Di nêrîna yekem de tu ferqeke berbiçav di navbera wî bajêrî û bajêrên din yên Tirkiyê de tuneye, lê ev tenê rûyê meselê ye. Du hefte beriya hatina me, xwepêşandek ji bo mehkûmkirina kiryarên dewleta Tirk li hember berxwedana Kobanê hatibû lidarxistin, zêdetirî 40 kesî li wî bajêrî hatine kuştin. Ev yek bi dîtina tankên avhavêj û wesayitên zirxî ku di vê saeta rojê de di amadebaşiyê de ne baş tê fêmkirin.
Helîkopter nîv saetan carekî li dora bajêr dizivirin û ne emînim ka kes ji jor tiliyên min yên li esmanan dibîne yan ne.
Ji bo derbazbûna karê xwe, yekem karê me têrkirina zik û kirîna simkarta telefona welatê nû bû. Bi bihîstina 30 milyon lîreyan ji bo kirîna sîmkarta telefonê em veciniqîn.
Li Îranê bi 30 milyonan erebeyek tê kirîn!
Firoşyar dikene û bi ferqa pereyê  Îran û Tirkiyê dihese. Em salana salana li cadeyên navenda bajêr geriyan. Bajêrekî bi heşamet û bi lez tê berçav. Serê min dizivire û piştî xwarina balukên zik tijeker, ber bi kelehê ve diçîn. Cihê ku niha wan nivîsan dinivîsim.

\"kobani2\"Peywendî bi Kobanî re
Bo hejmara yekem telefonê dikim, keçeke ciwan bersivê dide. Tiştên ku lazim bûn jêre dibêjim û wê jî hejmara navenda biryargeha Kobanê bo me şand, da wan ji biryara xwe agahdar bikin. Me telefon kir, wan got, ger Salih Muslim jî gotibe, nikarin di wan rojan de kesekî/ê werbigirin.
Lazim e her tiştî careke din dubare bikim. Wan jî hin soz dan; lazim e du rojên din li Diyarbekirê bimînin heya rewş hinekî aramtir be. Tevî ku dizanim ji bo arambûna rewşê kêm e jî, lê du roj terî reşkirina mejiyê me dikin. Bi çend telefonên din razî bûn û hejmara kesekî bawerî pê bê dan me da bi wî re hertiştî eyar bikin. Qirar bû sibêha roja paştir li gundekî nêzî Pirsûsê wî kesî bibînîn û li ser mijarê biaxivîn. Di dawiya axiftinê de bi dilgermî got meraq û lezê nekin, hûn dê bên û em ê bi hevre berxwedanê bidomînin. Bihîstina vê peyvê hesteke baş da min, weke ku em beşek ji wan bin, lê ma rastî wisa bû? Bêguman na.
Ê, dema me ya êvarî vala ye û baştir e hinekî di nava bajêr de bigerin. Wey xwedê! Hejmara keçên bi nîqab çima ewqas zêde ye? Em kevirên bajêr yeko yeko dipîvin û ger bi ger wenda dibin. Ji nişka ve xwe di nava navenda ”Dicle Firatê” dibînin. Tabelaya sê renga navendê nîşan dide ku girêdayî PKK´ê ye û asayî ye ku bi dîtina wêneyên Abdulah Ocalan ecêbgirtî nebim.
Kolana ku digehe vê navendê ”Balıkçılar Başı” ye ku hevalên navendê navê Kurdiyê ”Serê Masîvana” lê kirine. Şaredara Diyarbekirê ji endamên Partiya Pro-Kurd HDP´ê ye û weke ew bi xwe dibêjin, derfetek çêbûye ku nasnameya Kurdî ya bajêr lê vegerînin.

\"kobani1\"Nasnameya Kurdî û bajar
Dema ji derî diçine hundir bi atmosfereke dûr ji ya bajêr re rûbirû dibin. Ji mîmariye bigre heta rûyê mirovan, ku zêdetir wexta xwe li wir derbaz dikin. Hewza li navenda hewşê û guldanên derdora wê dîmen û atmosfereke taybet dane navendê. Nêrîna çend hevalan bi bilêv kirina çend peyvên Kurdî li ser xwe radikim. Di vê navberê de pisîkeke ecûl çend teqleyan lêdide û ji pencereya jora kursa muzîkê bi ser dikeve.
Li odeyên biçûk yên navendê kursên fêrkirina muzîk, xêzkirina wêneyan û şanoyê hene ku li dor kultur û hunera Kurdî xebatê dikin. Çayxaneya kulturî û dilvekera navendê bi wêneyên hunermend û cangoriyên partiya xwe xemilandine. Dibêjin, berê polîsên Tirk her roj êrişî ser navendê dikirin, wêne kom dikirin û ala Tirkiyê li cihê wan hildidan, lê em ewqas bi îsrar bûn ku waz li me anîn.
Xala balkêş ya di navendê de hizûra dengbêjan e. Ew weke Şahnamexwînên Îranî, dastan û efsaneyên Kudrî di qalibê muzîkeke taybet de jiber dixwînin.
Proseya asîmîlekirina Kurdan dengbêj jî vegirtibûn. Lê piştî bûyerên li Tirkiyê û hin guhertinan, dengê wan yê vemirî careke din li nevend û çayxaneyên wiha de deng veda. Dengbêj Mistefa çend stranan dibêje û liva taybeta destên wî bala min dikşîne.
Naveroka kilama dengbêjan berfirehe, lê naveroka piraniya wan, koçberî û terikandina gundan, şerên li pey hev û vegotina şerê şêxan û di salên borî de jî gerîlayên Kurd li hember Osmanî û Tirkiyeya nû ye.
Beşîm Gök keçeke 30 salî û wênekêşe, heman beş li zanîngeha Dicleyê qedandiye, di odeyeke vê navendê de hemû nêrîna xwe raxistiye ser boma spî û dibêje piraniya tabloyên wê vegotina êşa jinên di malê de mayî û sîstema bab salar û kilasîk e.
Ehmed Yilmaz, ciwanekî 28 salî û rêveberê navendê ye, derbarê dîroka navendê dibêje: ”berê navê navendê, Navenda Çanda Mezopotamya bû. Ev navend piştî guhertinên ku serokwezîrê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal çêkirin li Stenbolê hate avakirin û piştî du salan navend bo Diyarbekirê tê veguhestin. Lê bi êrişa polîsan ya di sala 1996ê de û binçavkirina hemû endaman, navend  sê salan tê daxistin.
Ehmed berdewam dike: ’’Navenda çand û hunerî di sala 1999ê de careke din dest bi çalakiyên xwe dike. Bi êrişa polîsan piştî mehekê, navend careke din çar salan tê daxistin. Lê ji sala 2003´yan ve tevî hemû gef û agahdariyan, deriyê navenda çandê ya Dicle-Firatê li hezkiriyên wê vekiriye. Dadgeha Tirkiyê niha li cihê daxistinê, carcaran cezayê pere lê dibire.’’
Hewa lêl dibe. Bi dengê awaza dengbêjan, em Diyarbekirê ber bi Urfayê ve bi cih dihêlin. Urfa bajarê hinar û rengan e. Bajarê Kurd, Tirk û Ereban û niha jî gelek penaberên Surî lê hene. Keçên leşfiroş ku wer xuya ye ji Surî ne, di cadeyan de digerin.
Em di otubusa ku ber bi meheleya hotelên erzan ve diçû, bi keç û kurekî Filistînî-Amerîkî re dibîne heval. Wan jî berê xwestibûn di rêya me de biçin, lê hewlên wan bê encam bûn. Ev yek me hinekî dilgiran dike. Me jî di heman hotela ku ev lê diman, odeyek kirê kir ku ne înterneteke baş hebû û ne jî belûleya avê dihate eyar kirin. Şeqî û mandî ketime ser text û îhtimalên sibê ji bo sibê dihêlim.

y.o.polîtîka