• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Kordinasyona Kantonên Rojava daxuyaniya  Şengalê

Ji Kordinasyona Kantonên Rojava daxuyaniya  Şengalê


barkirin: Gelarêzan 17, 2015, 5:33


Amûdê _ EGID COLI

Kordinasyona Giştî ya Kantonên Rojava derbarê rizgarkirina Şengalê ji destê teroristên DAIŞ’êdaxuyaniyek ji raya giştî re weşand.Di daxuyaniya korînasyonê de hatiye: “piştî rizgarkirina Şengala birîndar  ji destê DAIŞ’ê , me ev nûçe bi kêfxweşî û serbilindî bihîst. tiştê ku kêfa me bêhtir anî rizgarkirina Holê di heman rojê de bi destê qehremanên QSD’ê.

Piştî destdirêjiya DAIŞ’ê li ser welatiyên sivîl, ji zarok û jin û pîran ve, di vê derbarê de hêzên QSD’ê ku ji” YPG, YPJ ,hin tabûrên Artêşa Azad, Encûmena leşkerî ya Suriyaniyan, Senadîd, Eniya Kurdan” pêk tên û bi alîkariya hêzên koalisyona niştmanî weke erkekî li ser milên xwe dîtin ku van herêman ji teroristan rizgar bikin.

Em wekî Kordinasyona Giştî ya Kantonên Rojava vê serkeftinê li hemû gelê Sûrî û bi taybet li xelkê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Di haman demê de em spasiya hêzên koalisyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê dikin ku hevkariya hêzên QSD’ê di rizgarkirina Holê û Şingalê de kirin.

Em vê serkeftinê weke pêvajoyeke ji serkeftinên din re dibînin, ji bo yekîtiyeke netewî, di haman demê de ku ewlehî li welatê me belav bibe, herwiha hemû deverên başûrê Kantona Cezîrê ji DAIŞ’ê were rizgarkirin.

 

dîtin: 239

Pêveker:

ji kordinasyona kantonên rojava daxuyaniya Şengalê