cizir_hdp
Ji Kurdên Elmanya piştevaniya Cizîrê û bajarên dîtir yên Kurdistanê

Hate ragihandin ku Kurdên Elmanya bi rêkxistina Nav-Dem ê vê dawiya heftiyê him ji bo Cizîrê him ji bo bajarên dîtir yên Kurdistanê yên rastî êrîş û tepeseriya artêşa Tirk hatî dê xwepêşandana lidar bixin. Televizyona Elmanya N-TV jî bernameya xwepêşandanên Kurda kire nûçe. Di nûçeyê de hate gotin ku PKK baskên xwe  yên Ewrûpa xistin tevgerê da ku êrîşên desthilatdariya Tirkiyê yên li ser Kurda şermezar bikin. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku bername wisan hatiye danîn da Kurd li Hambur, Hagen, Mannheim ê xwepêşandana lidar bixin. Hate gotin ku ji aliyê Nav-Dem ê ve hatiye ragihandin ku berdewam dê xwepêşandan li Koln, Bonn û Dusseldorf ê jî bêne lidarxistin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di heman demê de dê ev xwepêşandan dijî helwestê Dewleta Elman jî be ya ku dijî Tirkiyê bêdeng dimîne.

Nûkirina Dawî : 11 Sep 2015 17:10

Xwendin: 152


Leave a Reply