Ji PYD’ê û Partiya Demokratîk biryara xebata hevbeş

Ji PYD’ê û Partiya Demokratîk biryara xebata hevbeş

Rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê duh li Qamişlo civînek lidar xistin. Di civînê de biryara avakirina komîteyên xebatê yên hevbeş hate girtin.

Rêveberên PYD’ê û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê duh êvarê li navenda PYD’ê ya Qamişlo hatin cem hev. Civîn bi beşdariya endamên Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, Ilham Ehmed, Ebdulselam Ehmed û Hekem Xelo, li ser navê PYD’ê Hevseroka Partiyê Asya Abdulah û li ser navê Partiya Demokratîk Sekreterê Partiyê Cemal Şêx Baqî, endamê Buroya Siyasî Ebdulmecîd Sebrî, endamên komîteya navendî Cemal Hemo, Fethulah Hiso û Mîro Mîro hate lidarxistin.

Piştî civîna ku bi awayekî ji çapemeniyê re girtî zêdeyî 2 saetan dom kir daxuyaniyek hevbeş hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herdu aliyan biryar dane ku komîteyên xebatê yên hevbeş di navbera herdu partiyan de ava bikin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û mijara kongereya Cenevreya 2’an. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herêma Rojava beşek serek a ji Sûriyê ye û ne mumkine bê beşdariya gelê Rojava pirgirêkên Sûriyê bêne çareserkirin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya Tirkiyê ya bi komên çekdar ku ev demeke êrîşî Rojava dikin hate bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê rewşa hesas de pêwîste hemû hêz, partî û rêxistinên civakî bi perpirsyarî tevbigerin. Di dawiya civînê de hate destnîşankirin ku civîna wan di çarçove û xalên jêr de pêk hatiye:

1-    Nêrîna hevbeş di navber herdu partiyan de derketiye holê ku li mijarên kurdî, kurdistanî, herêmî û navneteweyî de dê wek 2 alîgir bi hevre kar bikin.

2-    Pêwîste yekîtiya kurdan pêk were û Desteya Bilind bê aktîvkirin.

3-    Pêwîste hemû hêz û pêkhate di nava rêveberiya demî de cihê xwe bigirin.

4-    Parastina Destketiyên gelê kurd.

5-    Bi hêzkirina têkiliya di nava herdu partiyan de li gorî demê û avakirina komîteyek têkiliyan a karê hevbeş di hemû aliyan de.

ANHA