• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
ji Şaredariyeka Elmanya Ji bo penabera rêpîvanên rojane

ji Şaredariyeka Elmanya Ji bo penabera rêpîvanên rojane


barkirin: Rezber 9, 2015, 12:09


Li Elmanya eyaleta Baden-Wurttemberg ê şaredariya Hardheim ê gaveka seyr hate avêtin. Ji bo penaberan rêpîvannameyeka rojane hate amadekirin. Dê çawa bixwin, çawa bimeşin, çawa birîn û tiştên wekî van bi rengê dazanînnameyekê hate ragihandin.

Li Başarê ku 4 hezar û 600 nişteciyên xwe hene 1000 penaber bicih bûne. Ji ber tirsa zêdebûna biyaniyan şaredariya bajêr ji bo jiyana rojane bi rengê dazanînnameyekê belgeyek belav kir.

Li gorî nûçeya rojnameya BILD 6 ê Cotmehê bi destûra Şaredar Volker Rohm nivîsa di malpera wan ya fermî de hatî weşandin bi sernivîsa -Jin û Mêrên biyanî- destpê dike.

Di vê dazanînnameyê de weha hate nivîsîn;

-Li Elmanya jin û zilam xwedan heman mafa ne û jiyaneka azad di jîn. Ji jina re rêz tê girtin
-Li Elmanya ji semyanê kesane re rêz heye.
-Ketina erdê kesekî dîtir, bexçe, kadîn an jî avayîyên wan destdana fêkiyê hindeke din nabe.
-Elmanya welatekî paqije û divê wisan jî bimîne.
-Jibermayî û qirêj bo qotîkên wan tê avêtin. Birêde qirêj û jibermayî hetanî bi qotîka dîtir divê hun bibin û bavêjne wira.
-Li Elmanya berhemên têne kirîn pêşî perê wê tê dayîn paşê tê vekirin.
-Li Elmanya piştî demhijmêr 22:00 yan dema bêhnvedanê ye qelebalix nayê kirin.
-Li cem me ji bo ajovanên dûçerxan rêpîvan hene. Him ji bo ewlekariya wan him ya mirovên dîtir. (Li Rêka peyade ya keviyên rêkê de dûçerx nayêne ajotin, 3 kes li duçerxekî siwar nayên, eger ku rawestokê wê kar neke divê bête çêkirin, bi linga dûçerx nayête rawestandin.
-Em pêdiviya pêwist ya destavê li destavxanê bicih tênin; ne li nav bexça, par, nav dara û sivinca de.
-Li cem me peya, peyarêkan bikar tînin. Eger peyarê nebin, li kêleka rêkê li pey hev diçin, ne li ser rêkê û li kêleka hev qet naçin.
-Keçikên ciwan ji xwestina hejmarên têlefona û navê facebookê nerehet dibin û qet naxwazin bi kesekî re bizewicin.

dîtin: 187

Pêveker:

ji Şaredariyeka elmanya ji bo penabera rêpîvanên rojane