Hasan Huseyin Dizi- AKP- Rewanbej
Ji serok  û endamên AKP’ê li Dêrsimê îstîfa

Hat ragehandin ku doh (13’ê Cotmehê) Serokê AKPê yê navçeya Pulurê ya bajarê Dêrsimê, Hasan Huseyin Dizi di daxuyaniyeke nivîskî de îstîfa kiriye.

Di daxuyaniyê de navbirî behsa bûyerên piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê dike û ji ber ku ew naxwaze ji bêvla tu kesan xwîn bê û kes neyê kuştin ji peyvira Serokatiya AKP’ê ya navçeya Pulurê ya parêzgeha Dêrsimê îstîfa dike.

Navbirî diyar kir ku sedema îstîfaya xwe bi postayê ji serokatiya teşkîlata AKP’ê re jî şandiye.

Herwiha tê îdia kirin piştî îstîfaya Dizi, çend endamên din jî ji rêxistina navçeyê îstifa kirine. Heya niha hejmara û nasnameya wan kesan nehatiye diyar kirin.

Biryara îstîfaya Serokê AKP’ê li navçeya Pulur a Dêrsimê, piştî teqîna xwekujiyê di mîtînga Aştiyê ya HDP’ê û çend partiyên din de li paytexta Tirkiyê, Ankarayê tê ku hejmara kuştiyan ji sed kesan zêdetir hatiye ragehandin û tê îdî kirin hejmara birîndaran gihiştiye 400 kesan.

Nûkirina Dawî : 13 Oct 2015 0:18

Xwendin: 116


Leave a Reply