Ji Sitenbolê ber bi Duhokê ve

Ji Sitenbolê ber bi Duhokê ve

Roja 6’ê Mijdarê serê sibehê zû seet di 6’an de ji bo ku ez herim Dîdara Wêjeya Bakur û Rojava ya li Duhokê, min berê xwe da balafirgehê ji bo biçim Hewlêrê. Ji ber amadekariya rêwîtiyê û peroşiyê wekî gelek caran ez wê rojê jî qet ranezam hetanî sibehê. Di nava gerxêleya mirovan de li taxa Altûnîzadeya Stenbolê li Metrobusê, wesaita herî zû diçe siwar bûm û dû re li Metroyê û hatim balafirgeha Ataturk ya ku herî dûrî min. Tevli ku zû rabûbûm jî berî balafira 10.20’an bi seetekê encax gihaştimê.

Ê tabî ku mirov here Hewlêrê hilbet nizanim ji sedî çend, lê bi rêjeyek bilind guman ew e ku mirov dê li tenişta yekî Kurd û Soran rûnê. Ez jî piştî lêpirsînê hîn bûm ku li tenişta zilamekî ji Silêmanî rûniştibûm. Kakê ku ji Silêmanî bû digot ku ez ji Antalyaya Tirkî têm û ji bo gerê ez çûbûm wê derê û pê re jî digot, ji xwe gelek kesên Başûrê kurdistanê tên wê derê û herwiha Mêrsînê û derdorên wê.

Bi texmînî piştî du seet û nîvan em ji balafirê daketin û ketin dora pasaport kontrolkirinê li balafirgeha Hewlêrê. Ev cara sisêyan e ku diçim Hewlêrê û cara duduyan e jî ez dê biçim Duhokê. Wekî gelek kes dizanin ewlekariya Başûr, ew ewlegirtin û li derdorê haydarbûna kesên ewlekar kêfa kurdekî wekî min dianî bi rastî, ji ber ku zexmgirtina ewlekariyê meşandin û serkeftina kurdan jî bi xwe re tine bi baweriya min. Ji ber wê yekê jî ez qet aciz nedibûm di saxkirin, lêpirsîn û sekinandina di dora rêwîyan de.

Piştî ku karê me li balafirgehê qediya û em bi otobosekê derketin derveyî balafirgehê ez wekî nefer li teksiyekê siwar bûm û me berê xwe da navenda Hewlêrê û nava sûkê. Ajovan bi xwestina min ez biribûm ber rawestgeha teksiyên ku diherin Duhokê. Bi daketina me re simsar û ajovanên teksiyan xwe dirêjî alavên min kirin. Lê belê min got ku ez dê seetek din bi rê kevim. Bi vê gotina min giş sekinînin û gotin ku ez alavên xwe deynim hundur ofisê heta ku diherim.

Min alavên xwe danîn û li ser peyarêkê min bi kêf dest bi meşê kir û hewa Hewlêrê hêdî hêdî kişand hundurê xwe. Min li her mirovê ku di ber min re derbas dibû dinêrî û her dengê ku dihat min guhdarî dikir. Li kevirên peyarêkê û dîwarên xaniyên li ber qeraxên kolanê dinêrîn û min hemû dişiband xaniyên Kurdistanê yên perçeyên din. Bi rastî jî wekî hev bûn. Pirên xaniyên taxên hewlêrê wekî yên Qoserê, Mêrdînê û Amedê yên yekqat û duqat bûn.

Bêhnekê ez geriyam û min xeteke telefonê ya Korek kirî û li çayxaneyeke ser peyarêkê rûniştim. Min dixwest çayeke bi tîn vexwim û bêhna xwe vekim. Zilamekî navûsere û temen 35-40 û qut î qalind di hundurê bereqeyek nêvî hesin nêvî darînî de bû. Bi xwestina min re di îskanek biçûk çayek ji min re anî, lê belê ji ber ku min ji bîr kiribû ku bibêjim bê şekir, wî îskan hema hema heta nêvî tije şekir kiribû. Ji wê taba wî ku bi zorê anîbû, min nexwest bi şûnde vegerînim, hema min çend qurt lêxist û bi şûnde dayê. Lê min dîsa çay xwest lê belê îjar min got, bê şekir. Çaya duduyan jî bi zorê anî û hê min vedixwar min dît yekî tirk di dest wî de çenteyekî biçûk û li ser piyan çayek ji zilêm xwest. Çaycî bi işaretekê got çay nema û hema deriyê xwe girt û çend kursiyên ku li der bû xist hundur û ji refê şujdeya xwe derxist û hema li ser wê peyarêkê li ber çayxaneya xwe û li pêşiya me dest bi nimêjê kir. Tu kesî jî lê nenêrî û qet bi kesî ecêb xuya nedibû. Lê belê zilamê tirk ku çay xwestibû û çay negihaştibûyê di bin çavan re lê nêrî û berê xwe da aliyê kolanê yê din û meşiya. Bi vê mabestê bibêjim ku gelek şirketên tirk bi awayekî berbiçav li vir xuya dibûn û reklamên wan li gelek deverên Hewlêr û Duhokê xuya dibûn.

Piştî ku min çaya xwe vexwar û piştî nimêja çaycî ku min heqê çaya xwe da, ez jî rabûm, hinekî din jî li nava sûka Hewlêrê geriyam û min berê xwe da rawestgeha teksiyan. Li teksiyeke plake sor siwar bûm tevlî 2 hebên din. Ku teksî hinekî çû li cîhekî sekinî û yekî esker jî siwar kir. Lê belê ji ber ku esker (Pêşmerge) tiştekî bawer im ne li rê ji ajovan dixwest bêhna wî teng bûbû û li rawestgeheke din esker daket çû cihekî din û xwest ku em li bendî wî bisekinin, wê demê jî ajovên digot ku ev esker pileya xwe bikar tîne û tiştinan ji wî dixwaze, lê belê digot ez qet bi ya wî nakim. Piştî ku esker hat me dîsa dest bi rêwîtiya xwe ya dirêj kir.

Bi rêketinê re ajovên destê xwe avêt teybê û şuxuland û arabeskeke deng zirav destpê kir. Qey ji ber ku ez li Stenbolê dijîm pêşî lê hay nebûm lê belê bêhnek din ez lê hay bûm ku ev îbrahîm Tatlîses e ku bi tirkî distirê. Min got qey dê hinekî bistrê dû re ajavan dê biguhere herhal û bi kurdî jî tiştekî têxê. Lê bawer bikin heta ku em hatin nêzî Duhokê bi gotineke din 2 seetan îboşê me hey sitira û qirik û gewrî li xwe qetand, her wiha guh jî bi min ve nehişt. Min carekê du caran jê re got, çima, ma tu ne Kurd î , qey tu bi tirkî zanî ku tu îbo lêdixî? Wî got na ez nizanim bi tirkî lê belê ez ji îbo hez dikim. Êdî min qet lê guhdarî nedikir di domana rêwîtiyê de û car bi car min dîmenên xuya dibûn not dikirin.

Li ser rêya SÊBîRAN min bala xwe da reklaman. Bi ya min nîşana herî xurt ku ji dema Seddam de xuya bû reklama çaya Mahmood Tea ku li alî Mêrdînê wekî Çaya Mahmûdo tê binavkirin bû. Bi salan me ji qamyonên ku ji İraqê neft dikişandin ev çay dikirî an jî ji dikanan peyde dikir vedixwar û hey vedixwar.

Û bala min tiştekî din jî kişand, tevlî ku ev esker (pêşmergeyê bi pîle) di teksiya me de bû jî herkes bi dengê bilind dipeyîvin û tew ev ajovan bi hirehir dikeniya û di telefonê de çêr ji jina xwe re dikir. Hat bîra min ku gelo em li Tirkî bûna û eskerekî an efserekî tirk wisa wekî nefer di teksiya mede bûya, me yê kîjanî dikarîbû wisa bi dengê bilind bipeyîviyana? Texsîcî hey bi jina xwe re û bi yeke navê wê Şalo bû dipeyîvî û hey digot “ma te ji min re negot pênc wereqe, hey bê fedî ?!” û ji alîkî jî li dora xwe dinêrî û em dimeşiyan li ser rêya asfalt û di nava erdê pirêze yê nava Hewlêr û Duhokê re.

Belê pirêzeyên şewitî, tirbên spî, alên bi darên çikandî û wêneyên berbijêran ku ji rojên hilbijartinê mabûn li nîvê kolikan û li ser hinek kevirên perê rê boyaxkirî li qeraxên rê ku nêzî Akrê û Berdereşê dirêj dirêj heya tu bibêjî dirêj, wekî her erdê li nêzî gund û bajarên li beriya Mêrdînê an jî deşta Amedê.

Berî her bajar û bajarokekî pêşmergeyan ewlekariya rê girtibûn û saxkirin û lêpirsîn dikirin. Li nêzî Berdereşê ji pêşmergeyan hinekan jê li kêleka rê agir dadabûn û beroş dabûn ser êgir û li ber rûniştibûn, xuya bû tiştekî dikelînin ji bo xwarinê li binya darên hewran an jî sixletek din bû.

Li nêzî Berdereşê avahiyên wekî villa û luks gelek dihatin lêkirin. Ev cûre avahî ji Hewlêrê heta Duhokê û heta Zaxoyê cî bi cî hebûn.

Û ji ber paşnavê min bû çibû nizanim, şirketên bi navê Mazî pir bûn. Wekî Mazî Otel, Ava Mazî, Stesyona Petrolê ya Mazî Petrol û W.d.  Hemî jî li ser rêya Hewlêrê û Duhokê ku ew rê edî ji bo çûn û hatinê ango dûble dihat çêkirin.

(… Dê bidome …)