Jin ek çima peywendiya rigezî(sex) dixwaze?

Jin ek çima peywendiya rigezî(sex) dixwaze?

Jinek çima peywendiyê rigezî(Sex) dixwaze?

Gelo jinek çima peywendiyê rigezî dixwaze? Ji ber vekêşana laş ya zilam, ji ber evînê, ji ber tenêmanê an jî jiber hesûdkirinê, ji bo bêhntengiya xwe bibihûre û kêf bike? An jî ji bo giraniya serê mihê bibihurîne?

Ji zankoya Texas ê, dû Professorên derûnnasiyê (pisikolojî) Cindy Meston û David Buss li ser kare û xebatekî taybet rawestan di mijara peywendiyên rigezî û jinan de pirtûka bi navê “Jin çima peywendiyên rigezî(sex) dixwazin” weşandin.

Di pirtukê de tête diyarkirin ku jin dikarin ji ber wan sedemên jorîn û hîna gelik sedemên dîtir têkilî bixwazin. Lê tê destnîşankirin ku ev hilbijartinana yek jê jî ne hilbijartinekî li gorî kêfê ye û tev jî li gorî çarçoweya gerdûnî gelik watedar tê dîtin.

Pirtûkê xwestiye ku bi giranî pir kur û berfireh xwe daye ser derûnnasiya rigezî.  Pirtûk piranî li ser karên ku pîsîkologan di navbera salên 2006 û 2009 de kirî radiweste.  Ji 1000 jinî li gorî encamên karên berê ji ber 237 sedeman pirsên ku ketine têkiliyê an na hatiye pirsîn.

Di encama van pirsan de, daye nîşandan ku ji ber Evînê, hezkirinê, tenê kêfgirtinê, xwedîkirina xwestina xwe ya navxweyî, hetanî bihûrîna êşa serî, pêkanîna xwestekê hevjînê xwe, hizirkirin û pêkanîna erkê û hîna gelik sedemên dîtir peywendiya rigezî tête xwestin. Li gorî encamên vê lêkolînê ji jinan %31 ji zilaman %17 ji bo ku hevjînê(a) xwe bi hesidînin dikevin têkiliyê. Wekî din jî ji jinan %84 ji zilaman %64 herçend nexwazin jî ji bo xwesteka hevjînê(a) xwe ligel yek radizên. Ji bo tenê carekê ligel yek razanê ji jinan %63 bi zilamên ku dinasin re, %37 jî bi zilamekî nenas bêhtir dixwazin. Lê ji jinan %38 tînin ziman ku bi bi hevalê jineke dîre çilekiyan dikin.

Jiyana Rigezî û Rêzgirtina xweyî

Professor Buss tîne ziman ku jiyana jinan ya rigezî bi têkilya rêzgirtina xweyî ve gelik cûrbecûre û hinkî jî xemgîniye. Li gorî gotinên gelek jinên tevlî lêkolînê bûyî karîgeriya hindek têkiliyên rigezî yên ku jiyankirin dikarin demdirêjî di warê derûnîde xirabker bibin û hilweşandina derûnî bidin jiyandin, di heman demê de dibe sedem ku rêzgirtina xweyî qels bikeve û di gelik deman de xwe bênirx û nehêja bibînin. Lê ji bo gelekan jî peywendiya rigezî dibe sedema zindîbûnê û bexteweriyeke çêjxweş di derûnê wan de çêdike.

Piranî kesên beşdarî vê lêkolînê bûyî didin nîşandan ku ji bo ceribandinê, jiyankirina serpêhatiyeke taybet û xweş, bi mirovekî ji nijandekî dîtirre tamkirina peywendiyê û hwd. dikevin têkiliyê. Lê hindeka jê jî daye diyarkirin ku tenê ji bo ku ji “keçikbûn”ê rizgar bibin têkiliyên rigezî pêk anîne.

Lêkolînvan dibêjin ku sedemên xwestina peywendiyê ya jinan li gorî zilaman piralîne û cûreyên wan gelekin. Wekî dîtir jî gelik taybetmendiyên zilama yên ku jina berbixweve dikşînin wekî taybetmendiya pêken û henekkirinê, bixwebawerî, kesayetekî tekuz û saxlem, bi heman rengî ji aliyê zilaman ve ev taybetmendî ku di jinan de hebin balê nakşînin.

Di hişyarkirina xwesteka rigezî de cûdayiya jin û zilam

Lêkolîn vedibêjin ku di warê rigezî de harbûn an jî hişyarbûn di jinan de li gorî zilaman bêhtir û tevlîhevtire.

Lêkolîn diyar dikin ku di navbera helwestên zilama û hezû xwesteka nava wande girêdaneke qalind heye.Lê ev rewş ji bo jinan ne wisane. Di nava navranên (Vajîna) jinan de ereksiyon an jî livên hezê yên ku hatî pîvan û helwestê jinan pir jî bi hevve ne girêdayine an jî girêdana wê qelekî qelse.

Lêkolînvan didin diyarkirin ku ev cûdayiya navbera jin û zilaman de ya rigezî gelik watedare û asayiye jî. Bi taybet di warê zilam de ji bo ku tuxmê xwe berdewam bike pêdivî bi jineka ku jintiya xwe bi saxlemî bicî bîne dibîne, ji ber vê yekê jî bêhtir bi taybetmendiyê jinê yên cendekî û laşî ve mijûl dibe.

Jin jî arîşeya pêkhatina gerdûnî ya ku divê ji aliyê xwe ve çareser bikin ewe ku jin divê van xalana baş hişyar bin. Di zilaman de ne tenê zilamekî xwedî hilberîn û afrander, bi taybet zilamekî ku karibê bo jinê karên xwe baş xwedîkirinê bike, zilamekî ku xisarê nediyê û zilamekî ku ji bo zarokên wê xwedî GEN ên baş be divê hilbijêre. Di vî warî de jin divê bêhtir karibe hilbijêrel, ji ber ku xeletiyeke hilbijartinê dê jiyaneke sext û aloz amade bike.  Di van karan de derketiye holê ku jin bêhtir zilamên ku laşê wan xwedî wezneke lihevhatîbin dihilbijêrin.

Laşê lihevhatî yê zilam, wekî destnîşana tendirustî û rewşeke baş ya Genetîk tê pejirandin. Hetanî wê astê hatiye ku bêhna cilên zilamên ku laşê wan lihevhatî ji bêhna zilamên ku laşê wan ne pêkhatîye bêhtir balkêş hatiye nirxandin. Lê dîsan jî têgeheştin çêdibe ku hertişt ne lihevhatina laşe.

Di lêkolînê de hatiye holê ku zilamên ku taybetmendiyê wan bihêz, dîsan di muzîk û hunerê de xwedî huner lê di laş de jî ne lihevhatî jî bala jinan dikşînin.  Dr. Buss dide diyarkirin ku jin di gelik aliyan de zilaman dinirxînin.  Mînak; dide diyarkirin ku maçkirin li gorî zilama ji bo jina bêhtir giring tê dîtin. Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku ji zilaman %53 karin bê maçkirin hev hez bikin an jî bihevre xweşbin, Lê ji jinan tenê %15 dane diyarkirin ku bêyî hembêzkirin û maçkirin karin têkevin têkiliyê. Maçkirin ji bo gelik jinan wekî azmûnekî hestyarî wateya xwe heye.

Di pirtûkê de tê diyarkirin ku divê mirov wateya tibbî, an jî laşî ya têkiliyê û sexê ji bo jinan jibîr neke. Peywendiyên cinsî dibe ku ji bo sistbûna jinê û aramtir xewîna wê bikêr bê, dîsan azar û qolincên dema serê mihê jî kêmtir dike.

Hindek jinên beşdarî lêkolînê bûyî dibêjin ku tenê ji bo vê sedemê têkiliya rigezî bi zilaman re dikin. Di zankoya Rutger de lêkolîneke ku hatî kirin dide diyarkirin ku %75 ê jinan di dema orgazmê de, dema rehetbûnê de bêhtir karin êşê rakin an jî bibihurînin.

Herçend heman lêkolîn ji bo zilaman nehatibe kirin jî, lêkolînvan T.Meston dihizire ku peywendiya rigezî an jî sex serêşî û gelik azarên dîtir yên zilaman jî kêm dike. Di pirtûkê de tê diyarkirin ku nêrîna jinan di nava demê de li himberî têkiliyan dikare bête gûhertin.  Jineke 26 salî dibêje ku “ Dema ez azib bûm tenê ji bo xwe min peywendiya rigezî dikir bi kesên dîtir re. Lê êdî zewicî me, di dema ku mêrê min dixwazê de jî dikevim têkiliyê. Ez wî jî bi awayekî dîtir dihizirim.”

 

 

Çavkanî: www.cnn.com/health