Jina 14 canî

Jina 14 canî

Jinêke Îraqî li bajarê Selahedîn piştî pişknîna ducanî diyar bû ku di zikê xwe de 13 zarokan dihewîne. Piştî encamên pişkînînê doxtoran gotiye ku di zikê te de 13 zarok hene.

Li gor nûçeya Puk media jina bi navê Curî Hisên ya temen 41 salî ku li qezaya Tikrîta ser bi bajarê Selahedîna Îraqê ye, eve 5 mehe ducane. Jina ducan piştî ku ji bo pişkînîna tendurustiyê diçe doxtor. Di encama pişkînînê de doxtor dibêjin ku di zikê wê de 13 zarok hene. Li gor pişkînîna doxtoran rewşa tendurustiya 9 zarokan başe lê ya 4 an ne başe.

Der barê vê mijarê de hevserê Curî yê bi navê Ebas ku temenê wî 50 sale û karê cutkariyê dike, ji Puk mediayê re gotiye ku jina wî ducanê 13 zarokane û ji ber vê agehiyê jî ew pir kêfxweşe. Ebas diyar kiriye ku ew hewl didet hemû pêwistiyên jina xwe ya ducanî dabîn bike.

Li gor nûçeyê Curî û Ebas eve 24 sale jiyana hevsergiriyê dikin, 5 kur û 2 keçên wan jî heye û her weha Ebas beriya du salan digel jinek din jî zewiciye û hewî aniye ser Curiyê de.

Dr.Muhemed Letîf der barê vê mijarê de gotiye ku hatiye dîtin ku jinek heta 7 zarokan du can be lê eve ne asayîye ku jinek ducanê 13 zarokan be.