Jina Awusturalyayî di gel pirê zewicî

Jina Awusturalyayî di gel pirê zewicî

Jinekê Awusturalyayî di gel pira Pont du Diable ya li başûrê Fransayê re zewicî. Li gor nûçeya rojnameya İndependent jina bi navê Jodî Rose bûye evîndarê pira Pont du Diable ku ev pir li herêma Heraulte û li ser rûbarê Saint-Jean-de Fosê û beriya 600 salan hatiye avakirin. Li gorî nûçeyê Jodî Rose dibêje ku hemû saxletên li gel zilamekê peyda dibin di vê pira 600 salî de jî hene.

Di gel serokê şaredariya herêmê 10 kes başdarê daweta Jodî Rose bûn. Roseyê diyar dike ku pira evîndara wê bi hêze, hestyare, dilnizm û wefadare û her weha xudan saxletên bergirî û parastinêyê. Çawa ku 600 sale li ser piyan maye dikare 600 salên din jî xwe ragire.

Rose dide zanîn ku ew deh salin li cîhanê digere û geştê dike. Ew evîndarê berhemên dîrokî û huneriye. Lewma ev zewaca wê jî ne zewaca yekem ya sembolî ya di navbera mirov û berhemên dîrokî û hunerî de ye.

Beriya 35 salan jinekê Swêdî di gel dîwarê Berlînê zewicî bû û heman awayî di sala 2007’an de jî jinekê Emerîkî di gel birca Eyfelê ya li Parîsê zewicîbû. Herdu jinan jî piştî zewacê paşnavên xwe bi wan avahiyan ve guhertibû.