Jîyana bê mirin tê!

Zanyarên Rûsî di çarçoweya projeya ’Rûsiya-2045′ de îdîa dikin ku, dema enerjiya tendurîstî ya rûhê mirov transferî bedenekê bikin ewên karibin nemirîya mirovan pêk bînin.
Berî salekê komek zanyarên Rûsî bi navê ’Kompanîya Nemirîyê’ şirketek damezirandin û projeya ’Rûsiya-2045′ ragihandibûn. Koma zanyarên Rûsî difikirin ku, heta sala 2045an bi vê xebata xwe cihê rûhê mirovan tesbît bikin û wî rûhî li bedenên sûnî kopya bikin. Her çiqas ev projeya zanyaran bûye sedema gengeşîyê di navbera Dêra Ortodoks a Rûs û zanyaran de jî koma zanyaran hewl dide ku, vê projê pêk bîne.
Serokê vê xebatê Dmitriy İtskov, ji rojnameya Hurriyetê ya Tirkiye re ragihandiye ku, ’Wê projeya Russia-2045 ji tibê gelekî cuda pêş keve. Heta wê neşterî jî tune be. Ewên xwe bi teknolojîya sîbernetîk û cyborgê bigihînin rûhê nemir û hewl bidin ku, rûhê nexweş wek prosedureke asayî bi awayekî dilxwazî ji bedenên nexweş were derxistin û rûhê mirovan vexwînin cihekî hê tenduristir.’ Her çiqas ev proje ji hêla gelek derdoran ve neyê piştgirîkirin jî koma projeya nemirîya mirovan hewl dide bi rêbazên cuda yên tibî gelek guherînan li ser feraseta tiba cîhanê pêk bîne.