kurdistan111
Ka ferq û kanî guhertin | Mihemed Guler

Piştî parçekirina Kurdistanê Kurd hatin înkarkirin û mafê jiyankirinê ji Kurdan re hema hema nehat hiştin. Hemû dijminan hin aliyên Kurdan girtin gel xwe û kirin dijminên gelê xwe û aliyên din ên Kurdan jî bi qirkirin û komkujiyan re hatin derbazkirin. Bê guman li hemû cîhanê bûyerên komkujiyê hatine kirin, lê gelekî weke qeder ji wan re komkujî hatî dîtin tenê Kurdin. Dijminên Kurdan bi dirûşma “Kurdê herî baş Kurdê mirî ye” dest bi tine hesibandina Kurdan kirin. Kurd ji bo wan dihat wateya karkerên erzan, li metropolên Tirkan rastî neheqiyan mayîn û mirovên mafê wan yê jiyanê neyî. Kurd bi sedsalan rastî neheqî, qirkirin û talankirina dijminên xwe mane. Bê guman ev qeder li her çar parçeyên Kurdistanê heman bû, lê li hin parçeyan bi dijwarî û li hin parçeyan jî di astekî kêm de (li gorî parçeyên dijwar) dihat meşandin. Her wiha li her parçeyekî bi rehendên cuda ev pêkanîn dihatin meşandin. Di vir de pêwîste mirov kevanokekê ji bo parçeyê mezin yê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê re veke. Li Bakurê Kurdistanê ji desthilatdariya Selçûqî, Osmanî û heya Komara Tirkiyeyê pêkanînên qirkirinê û hovîtiyê tim li dar bûn. Lê ji ber kû dinya alem hemû dijminê Kurdan bûn û teknolojî pêşneketibû, her wiha belge û delîl veşarene û dihatin windakirin pir caran ev pêkanînên hovîtiyê ji bajarekî nedigihişt bajarekî din. Em van bûyeran ji vegotinên kalên herêmê û gorên komî yên li Kurdistanê dizanin. Lê rastiyeke kû ji serdema avakirina Komara Tirkiyeyê û heyanî mirov dikare bibêje heya ji beriya wê jî ev pêkanîn qedera Kurdan bû. Bi salan vê qederê wiha ajot û heya gihişt serdema tevgera azadiyê. Ne wan karî me tine bikin û ne em tine bûn. Ne wan dev ji pêkanînên xwe yên hovîtiyê berda, ne jî me li hemberî pêkanînên wan serî tewand.

Bi derketina tevgera azadiyê re dijminê hov hemû pêkanînên dijmirovî li Kurdistanê ji bo tepisandina pêla hişyarbûna Kurdan pêk anîn. Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan nêzî 20 hezar bes li gorî windahiyan nêzî 40 hezar kesên sivîl li Kurdistanê hatine windakirin û bi şêweyên herî hovane hatine qetilkirin. Jixwe di şer de dijmin ti caran qanûnên şer pêk ne aniye û tim bi dîmenên xwe yên hovîtiyê derketiye pêş. Pir caran rayedaran digotin ev dîmen ne li Tirkiyeyê ye, yan jî montaje û gelek caran jî digotin terorîstin û tişta kû maf dikin ev pêkanîn bi xwe ye. Lê ti caran derbarê van pêkanînan de ti doz û lêpirsîn nehatin vekirin, berevajiyê ve bersûc tim hatin xelatkirin û bi lez dihatin terfîkirin. Gelê Kurd û derdorên demokrat vê demê weke hovîtiya salên notî bin av dikin. Ji derketina tevgera azadiyê heya dawiya sedsala 20.’an de ev pêkanîn ji bo Kurdan weke qeder dihatin zanîn. Dengê Kurdan kesê ne dibihîst, kesî ne didît û kesê behs ne dikir. Pir caran Kurdan jî ne didît. Kurdan qêr dida kesê ne dibihîst. Li aliyekî Tirkiyeyê ev pêkanîn dihatin jiyankirin, li aliyê din jî Kurd weke hov, dijmin dihat nîşandan. Pir caran Tirkên herî demokrat jî digotin ma ev Kurd çi dixwazin, Kurd nankorin û Kurd hevkarên dijminên Tirkiyeyê ne. Ango ev serdema salên notî ji bo Tirkan asayî ji bo Kurdan jî bi kuştin, komkujî û pêkanînên hovîtiyê derbaz bû. Dinya alemê ev pêkanînane ji çeteyên radîkal ên weke DAIŞ, El Qaîde û El Nusra bihîst û weke kû ev tiştekî nûye matmayî dibûn. Lê Kurd ji van pêkanînan ne xerîb bûn û bi van pêkanînan dizanîn kû ka kî hêz van çeteyan perwerde dike. Hemû cîhanê ev dîmen nû didîtin bes Kurdan ev dîmen di berê de jiyan kiribû û di bin hişê wan de hatibû nivîsandin. Dibe kû mirovekî li New York, London, Parîs, Moskow, Roma û Pekînê nû bibîne, lê Kurdekî li Cizîrê, Licê, Geverê, Nisêbînê, Dêrsimê, Agiriyê ev dîmen di berê de dîtibûn. Heyanî her roja Şemiyê li bajarên weke Cizîr, Gever, Amed, Êlih, Stenbolê xizmên windahiyan dihatin gel hev, daxuyaniya çapemeniyê didan û digotin hema bila hestiyên zarokên me bidin me.

Dema kû ev dîmenên hovîtiyê li Efxanistan, Iraq, Sûriyê û hwd… derket cîhanê hovîtî nas kirin. Li Sûriye û Iraqê jî mirovên kû rastî hovîtiya wan çeteyên radîkal dima dîsa Kurd bûn. DAIŞ û El Nusra û hwd bi dehan caran dîmenên hovîtiyê li ser tevna civakî belav dikirin û dixwestin kû pêlekî tirsê bidin avakirin û cihên kû dagirbikin bi hêsanîtir dagir bikin. Lê ji ber kû Kurd ji vê yekê ne xerîbbûn, ev komane li Kurdistanê şkestin, bes li aliyên Ereban her roj hin bajarên nû, xakên nû dagir dikirin. Di pêvajoyekî qasî du sal û nîvê de xakekî qasî sêyan yekê Iraqê û bi qasî nîvê Sûriyê dagir kirin. Lê li Kurdistanê derbên giran dixwarin.

Hikûmeta AKP’ê ya kû tim behsa reform û guherînan dikir û tim digot salên notî salên ji bo Kurdan pir bi êş derbazbûne dikir, bi bikaranîna çeka Îslamê re jî ji tevahî Tirkiyeyê dengek mezin girt û bi serê xwe bû desthilatdarî. Lê dijmin her dijmine. Hikûmeta AKP’ê jî gotina “Kurdê herî baş Kurdê mirî ye” ya pêşiyên xwe pêk anî û gotinên reform û guherîn yên kû AKP’ê bikar dianîn tenê maske bû û ev maskeya xwe xist û rûyê xwe yê rast nîşan da. AKP û Erdogan’ê kû heya qirika xwe ketine nava dizî û sûcên mezin yên dijmirovî ji bo xilaskirina xwe hemû welat avêt nava agir. Li ser bingehê tinekirina Kurdan her cûre tifaqên qirêj kir. Dema em temaşeyê desthilatdariya AKP’ê dikin, pêvajoyekî pir bi xwîn derdikeve pêş me. Lê ji ber bikaranîna maskeya Îslamê pir aliyên Kurd ev rastiya Erdogan û AKP’ê ne didîtin. Lê axaftina wî ya “Kobanê ha ket, ha dikeve” ya sala 2014’ê li Dîlokê kirî rastiya wî derxist holê û gelek Kurdan xwe jê dûr xist. AKP ya kû di hilbijartinan de mezin windakir xwest tola vê ji Kurdan rake, di serî de Erdogan li pêşiya her tiştî bû asteng û şereke topyekûn li hemberî Kurdan da destpêkirin. Pêkanînên di salên notî de bi destê Hizbulah, JÎTEM û hwd dikir. Îro bi destê polîsên tîmên taybet û çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê dike. Erdoganê kû tim behsa rûyê reş ê salên notî û pêkanînên rewşa awarte (OHAL) dikir, pêkanînên hîn dijwartir anî Kurdistanê. Li bajarên Kurdistanê bi rojan qedexeya derketina kolanan radigihand. Li kolanan sivîl dihatin qetilkirin. Cenazeyên cangoriyan bi rojan li ser sînor dihat hiştin. Şehîdgehên cangoriyên azadiyê bi wesayîtên kar dihatin xirakirin. Polîsên tîmên taybet li kolanên Kurdistanê di nava wesayîtên xwe de (ji ber kû newêrin ji wesayîtên xwe derkevin) dijûn dikirin Kurdan û sîrûdên nîjadperest pêdixistin. Dixwestin kû cenazeyên cangoriyên azadiyê bi tazîkirinê teşhîr bikin. Herî dawiyê jî li Şirnexê lîstikvanê sînemayê û tiyê parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk, Hacî Lokman Bîrlîk bi awayek hovane hat qetilkirin û li pey wesayîta zirxî ve hat girêdan û li kolanên bajêr bi erdê ve hat kaşkirin. Heman kesên kû ev hovîtî kirine dîmen û vîdeoya vê hovîtiya xwe li ser tevna civakî (JÎTEM)belav kirin. Bê guman dixwazin bi van pêkanînên xwe peyamekî bidin gelê Kurd ê li ber xwe dide û dixwazin çavên wan bitirsînin. Heman bûyerek weke vê hovane li navçeya Bismil a Amedê hat jiyankirin. Heman rêxistin li Bismilê çar ciwan qetil kirin û serê yek ji wan jê kiribûn. Li ser heman hesaba tevna civakî ew dîmen parve kirin. Bê guman dixwazin bi navê xwe peyama JÎTEM’a salên notî dîsan zindî bûye bidin Kurdan. Lê ew bi xwe jî jibîr dikin kû ciwanên kû îro li kolanên Cizîr, Nisêbîn, Gever û Farqînê şer dikin zarokên duh yên kû xizmên wan li pêş çavên wan hatine qetilkirine. Erdogan û AKP ya kû van pêkanînan li Kurdistanê dike di qada navnetewî û netewî de jî prestîj û îtîbara xwe aniye binî. Erdogan û AKP hewldanên we beyhûdene hûnê di nava xwîna kû dirijînin de bixeniqin. Eger kû Kurdan bi van pêkanînan serî tewand ba wê di dîrokê de tewand ba. Nêzîke kû hûn jî biçin cihên xwe yên sergoya dîrokê. Kurdistan wê ji dagirkeran re bibe goristan. Kurd agirin eger bişewitin wê her kesî jî bi xwe re bişewitînin.

Nûkirina Dawî : 12 Dec 2015 18:09

Beş: Manşet, NÛÇE

Xwendin: 274


Derbarê nivîskarde

Mihemed Guler weke Kurdekî welatparêz di nava xwezayekî mîna bihûştê de, di 18’ê Çile’ya 1988’an de li gundê Hirareş ê girêdayî bajarê Şirnexê yê Botan’ê hatiye dinê. Gund li qûntara Çiyayê Gabarê li tenişta Ava Mezin cih digire. Mihemed Guler li ber kaniyên bi ava sar û li bin darên fêkiyên cihêreng de çavê xwe li jiyanê vekiriye. Malbatê hîna di destpêka ketina tevgerê ya Botanê de tevger nas kiribû. Ji ber rewşa welatparêziya malbatê ji aliyê dijmin ve gelek endamên malbatê hatine qetilkirin. Di dawiya sala 1993’an de gundê Hirareş ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve weke gelek gundên herêmê tê valakirin û şewitandin. Neçarî malbat koçberî navçeya Ceyhan a Edene’yê dibe. Di dawiya sala 1999’an de malbat bi temamî koçberê Wargeha Mexmûr a Başûrê Kurdistanê dibe. Niha Mihemed Guler li Mexmûr jiyana xwe didomîne. Li Mexmûr’ê xwendina xwe temam kir û li Zanîngeha Hewler’ê beşê Kompîterê qedandiye. Di nava perwerdeya giştî de mamostehiyê dike û ji rojname û malperên Kurdistanî re nivîs û gotaran dinivîse.

Leave a Reply