Murad Karayilan-KCK- Rewanbej
Karayilan: Em di pêvajoya dameziradina Kurdistana Azad de ne

Îro (26’ê ÎLonê) Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, Murad Karayilan, di peyamekê de ji bo 15. Civata Giştî ya KNK’ê de got: ’’Em êdi di pêvajoya dameziradina Kurdistana Azad de ne’’.

Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Brukselê 15. Kongreya xwe ya Civata Giştî pêk anî.  Bi sedan endamê KNK’ê, çavdêrên siyasî, rêxistin, nûnerên saziyan û  44 partiyên ji Kurdistan û cîhanê beşdarî kongiryê bûn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, Murad Karayilan jî nameyek ji bo kongreya KNK’ê sand. Di beşeke nameyê de hatiye, gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî û girîng derbas dike : ’’Pêvajoya em tê de, pêvajoya avakirina Kurdistana Azad e. Ji ber vê jî, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekitiyê heye, di vê pêvajoyê de pêwîstî bi yekitî û hevgirtina Kurdan heye’’.

Karayilan di nameya xwe de behsa girîngiya KNK’ê jî kir û bibîr xist, ’’di pêvajoyeke bi vî rengî de, hem ji bo serketina pêngava gel, hem ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî, bawerim KNK’ê wê rola xwe bilîze’’.

Roja Înê (25’ê Îlonê) Kongireya Netewî ya Kurdistanê (KNK)’ê  bi tevlîbûna partiyên her 4 perçeyên Kurdistanê li Brûksela paytextê Belçikayê 15. Civata Giştî ya xwe lidar xist.

Nûkirina Dawî : 26 Sep 2015 22:51

Xwendin: 128


Leave a Reply