Karxezalê

Karxezalê…
Hemû kêliyên buharê,
Gul bişkivandin ji bo te delalê.
Rijya û çû penaberî bê haya te,
Hêviyek şepel ma li ser şiverêya te.
Bêrîkirinên te dilop û dilop,
Çendîn demsal kirin bê şop,
Çendîn dil derbeder bûn,
Çendîn dildar aware bûn,
Tev jî jiber xembariya te bûn.
Xembariya te;
Lehiyên baranê barandin,
Çavên xwezayê miçiqandin,
Lê di hawîrdora te de dilên rût,
Qet ji te dûr nebû awirê yezdanên hesût.
Lewra ji bîr neke Xifşê;
Neke gazindên bextreşê
Tu keçikek serhildêrî,
Jiber vê ye tu koçberî,
Ji maka xwe qetyayî,
Ji xaka xwe dûrdayî.
Cihê te hêlîna nerme,
Ne deştên har û germe,
Tu aska çiyayên bilindî û delalî,
Ji balinde û eyloyan re hevalî,
Lewra divê tu
Dûr bibî ji nêçîrdestan,
Neyê nekevî dafik û qefesan.
Nebî xweş dîmena çavên kusk
û dûrundî.
Jiber ku;
Tu bi azadî rindî
Azadî bi te.
2008 Bexda