• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên sersînor ve hate kuştin

Kasibkarekî Kurd ji aliyê hêzên sersînor ve hate kuştin


barkirin: Rezber 2, 2015, 12:46


Hat ragehandin ku kasibkarekî Kurd li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên sersînor ya bajarê Serdeştê bû hedefê guleyan û jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta Kampaniya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl, kasibkarê Kurd yê bi navê Umer Ehmedzade (28), xelkê gundê Berdan a bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên sersînor ve li çar riyana ”Serçêşme (çavkanî)” bû hedefa guleyan û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Ligor raporta Kampaniya Parstina Girtiyên Siyasî û Sivîl, êrişa çekdarî bo ser navbirî li ber çavên xelkê çêbûye.

Ligor çavkaniyên herêmî piştî hedef girtina Umer Ehmedzadeyê 28 salî pevçûn di navbera hêzên sersînor û xelkê de çêbûye û di encamê de gelek kes birîndar bûne û yek ji hêzên ewlekariyê bi navê ’’Teceldîn’’ hatiye kuştin.

Tê gotin, Taceldîn rayedarekî polîsa nav bajêr e û piştî şer û pevçûna di navbera xelkê û hêzên ewlekariyê de birîndar bûye û bo nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya bajêrêz Serdeştê hatiye veguhestin û di encama êrişa xelkê nerazî bo ser nexweşxaneyê di nexweşxaneyê de hatiye kuştin.

dîtin: 169

Pêveker:

kasibkarekî kurd ji aliyê hêzên sersînor ve hate kuştin