KCD-North Kurdistan-Rewanbej
KCD: li Farqînê xwedî derkevin

Hevserokatiya KCD’ê derbarê êrişa dewletê ya navçeya Farqînê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCD’ê de hatiye, “Faşîzma AKP’ê di serî de gelê Kurd, hesabên bê çawa dikare tevahî muxalîfan bitepisîne û teslîm bigire dike, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de tevî ewqas zext, hîle û diziyan jî hêza wê têrê nekir ku HDP’ê di bin bendê bihêle. Bi taybet li cihê xweseriyên xwe îlankirî nêzî ji sedî 90’î deng girt û îrade hatin beyankirin. Kurdistan li hemberî giştî komkujiyên faşîzma AKP’ê jî teslîm nebû, herwiha bi operasyonên qedexeya kolanan û înfazên faşîzma AKP’ê re rû bi rû ne. Herî dawî navçeya Farqînê ya Amedê ev 8 roj in di bin dorpêça terora dewletê de ye. Tevî elektrîk û ava wê jî hatiye qutkirin, gelê Farqînê bi berxwedanek dîrokî li ser piyan e.”

Di daxuyaniyê de  xwerêveberî mafê demokratîk û herî mirovî yê gelê Kurd tê nîşandan: “Li hember vê beyana îradeyê, ev êrîşên ewqasî hov tê wateya pêkoteya di înkar, îmha û dagirkeriyê’’.

KCD’ê take çare ya li hemberî operasyona topyekûn a îmha û înkarê ya ku hikûmeta AKP’e ya faşîst, TC ya mêtinger dimeşîne, berxwedan li her derê belavkirin û mezinkirin dizane

Di dawiya daxuyaniyê de Hevseroktiya KCD’ê bang li gelên Kurd yên Ewrûpa û dostên wan dike: “Gelê me yê Ewrûpa çawa doh ji ber komkujiyên Şengal, Kobanê, Cizîr, Amed û Enqereyê rabûn ser piyan, îro jî di serî de Farqîn, Cizîr û Nisêbîn ji bo tevahî xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê û li hember faşîzma AKP’ê li vê berxwedanê xwedîderketin berpirsiyartiyek dîrokî ye. Li Ewropayê di serî de pêkhateyên KCD-E, sazî û dezgehên wê tevahî hêzên alîgirên demokrasî û azadiyê, em banga teşhirkirina faşîzma AKP’ê û bilindkirina çalakiyên demokratîk dikin.”

Nûkirina Dawî : 11 Nov 2015 15:55

Beş: Manşet, NÛÇE, Rojev

Xwendin: 174


Leave a Reply