• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KCK: Dê dest bi çalakiyan bikin

KCK: Dê dest bi çalakiyan bikin


barkirin: Gelarêzan 6, 2015, 2:06


Roja pêncşemê 5’ê Mijdarê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê di daxuyaniyekê de ragihand dê li Bakurê Kurdistanê û Trkiyê çalakiyên xwe destpê bikin.

Di daxuyaniya KCK’ê de hatiye, agirbesta yek aliya ku ji aliyê me ve hatibû ragihadin, prsgirêkan çareser nake û Dewleta Tirk jî naxwaze ti pêmgavên çareseriyê bavêje, sedema destpêkirina çalakiyan jî, siyasetên şerxwazane yên AKP’ê ne.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye, di demekê de ku KCK’ê û çend aliyên din dixwazin çalakiyên li dijî hev bêne sekinanddin, lê piştî hilbijartinan AKP’ê nîşan da ku dixwaze bingeha hikûmeta şerxwaz ava bike. Me hertim girîngî bi daxwazên ragirtina çalakiyên xwe daye û ji bo agirbesta du alî amade bûne, lê bi berdewamiya êrişên AKP’ê de çênabe em çalakiyên xwe berdewam nekin.

Hêjayî gotinê ye piştî teqîna 11’ê Cotmehê ya li bajarê Enqerê di mitînga HDP’ê de, KCK’ê li ser daxwaza HDP’ê û hin aliyên siyasî û saziyên sivîl di daxuyaniyekê de ji ber birêve çûna proseya hilbijartinê bi awayekî aram, biryara bêalakiya yêk alî ragihandibû.

dîtin: 186

Pêveker:

kck dest bi çalakiyan bikin