KCK: Em piştgiriyeke tam didin civîna Hewlêrê

KCK: Em piştgiriyeke tam didin civîna Hewlêrê

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê ragehand ku ew ’piştgiriyeke tam a siyasî’ didin hevdîtinên PYD û PDK’ê yên li Hewlêrê. KCK’ê got, ’Eger bi vê civînê re di mijara Cenevre de helwesteke hevpar were nîşandan û rêveberiya hevpar a demkî bê xurtkirin, dê ev yek di çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna Sûriyê de rola bingehîn bileyze.’

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê derbarê civîna li Hewlêrê ya bi Serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesû Barzanî û beşdariya nûnerên siyasî yên Rojava de daxwiyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê ragehand ku lihevkomkirina Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind, di encama hevdîtinên PKK û PDK’ê de derketiye holê û da zanîn ku civîna li Hewlêrê jî di encama vê lihevkirinê de pêk hatiye.

KCK’ê got, ’Ji bo civîna li Hewlêrê desteka me ya siyasî tam e. Eger bi vê civînê re di vîna Desteya Bilind de di mijara Cenevre de helwesteke hevpar were nîşandan û rêveberiya hevpar a demkî bê xurtkirin, dê ev yek di çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna Sûriyê de rola bingehîn bileyze.’