KCK sê rêkên vekirî dane pêş hikumeta Tirkî

KCK sê rêkên vekirî dane pêş hikumeta Tirkî

Hevserokê Desteya Rêvebir ya KCK dihunê daxuyaniyeka berfireh di barê pêvajoyê de da raya giştî. Li gorî nûçeya Firat News ê Hevserokê Desteya Rêvebir ya KCK Cemil Bayik pêvajo bi berfirehî şirove kir û sê mercên vekirî danîn pêş hikumeta Tirkî.
Pêvajoya -Aşîtî û Demoktasiyê-  ya ku li Tirkiyê dimeşe li gorî gotinên Cemil Bayik kete pêvajoyeka nû de. Hevserokê Desteya Rêvebir ya KCK Cemil Bayik diar kir kû ne KCK ne jî gelê Kurd bi giştî mafê xwe nikare li pêş bextê hikumeta AKP û rayedarên Tirkiyê bihêle û Bayik diyar kir ku êdî ji bo tekoşîna ku ew birêve dibin pêvajoyeka nû dest pê kiriye. Cemil bayik di dawiya daxuyaniya xwe de rêkên ku ew têda bi biryarin da diyarkirin û ji bo hikumeta tirkiyê wekî mercên KCK ragihand. Hevserokê Rêvebiriya KCK Cemil Bayik di daxuyaniya xwe de rewşa wan ya di pêvajoyê de û li himber pêvajoyê bi berfirehî derbirî. Di daxuyaniya Bayik de helwestê KCK di dema bihûrî de jî aşkere bû. Bayik weha got “1 ê Hezîrana 2004 ê gerîlla dîsan pêngavekî berxwedanê da destpêkirin. Ji ber ku piştî AKP di sala 2002 yan de bû desthilat, tu bersivekî erênî neda nêzîkatiyê PKK ku hema bi lavekirin ji bo çareseriyê hişyarî didan” Bayik wekî dîtir rewşa PKK-KCK li himber pêvajoyê û hêviyên wan ji hikumeta Tirkiyê bi berfirehî diyar kirin.

Merc û rêkên KCK yên ku bi awayekî vekirî ji bo hikumeta Tirkiyê hatî diyarkirin;

1- Divê Nasname, hebûn û çanda gelê Kurd bikeve bin ewleyiyê, divê azadî ji bo nasname û xwebirêkxistinê bête dayîn.

2- Divê civaka Kurdan bête nasîn, xweseriya Kurdan bête pejirandin û nasîn.

3- Divê mafê Kurdan yê perwerdeyiya bi zimanê xwe bête dayîn.

Bayik diyar kir ku ev hersê daxwaz eger ku neyêne bicîanîn ewana nikarin bibêjin ku li tirkiyê qala rabûna tunedîtin û asîmîlasyonê bikin.

 

Berfirehiya Daxuyaniyê bixwînin

 

Rewanbej.net