KCK:Divê PDK siyaseta xwe berçav derbaz bike

Endamek konseya rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK’ê) ragihand ku, Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze bi gefên li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bo xwe graniyekî durust bike û dibêje, rêgirîkirina li Salih Muslim bo çûna Başurê Kurdistanê, ji aliyê hemû parçeyên Kurdistanê ve hatiye şermezar kirin.
Mistefa Karasu endamê Koma Civakên Kurdistanê (KCK’ê) di daxuyaniyek televizyonî de ragihand ku, Partiya Demokrata Kurdistan`ê dixwaze bi rêya gef lê kirina li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bo xwe graniyekî durust bike û dide zanîn, rêgiriyên PDK li Salih Muslîm hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bo Herêma Kurdistanê, ji aliyê Kurdên Rojhelat, Rojava, Bakur u Başur ve hatiye şermezar kirin.
Karasu têkest jî dike, ku pêwîste Partiya Demokrata Kurdistan`ê siyasetên xwe jiber çavan derbas bike, jiber ku Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî piştevanî li parçeyên din yên Kurdistanê kiriye û ji ber wê yekê jî, divê bi hestek neteweyî danûstanê digel Rojava de bike, neku di çarçova hizbayetiyeke teng de.