KCK- Says Stop Wars- Rewanbej
KCK’ê biryara bêçalakîtiyê da

Îro (10’ê Cotmehê) Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî ragihand: Di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyê û ji derve hatin kirin, tevgera me biryar daye heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîlla neyê kirin, hêzên gerîlla dê di rewşa bêçalakiyê de bin.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hatiye: Di rewşeke ku şer giran bûye, AKP bi derewam  gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwin’ tevdigere û hewl dide sedemên şerê ku destpêkiriye ji gel veşêre. Di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîlla neyê kirin, hêzên gerîlla dê di rewşa bêçalakiyê de bin”.

Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de, xwe ji pêkanîna çalakiyên plankirî vegirin, ji bilî parastina rewşa xwe ya heyî wê nekeve nava ti tevgerê û nekeve nava ti hewldaneke zerarê bide pêkhatina hilbijartinan bi awayekî wekhev û adîl.

Daxuyaniya KCK’ê di rewşekê de ye ku îro (10’ê Cotmehê) di mitînga ”Aştiyê” ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li Ankarayê sê teqîn çêbûn û di encamê de zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest da û 126 kes jî birîndar bûn.
Çend roj berê jî Serokê Kongra-Gel, Remzî Kartal ragihandibû roja yekşemê (11’ê Cotmehê) dê biryara bêçalakîtiyê rabigehîne.

Nûkirina Dawî : 10 Oct 2015 13:58

Xwendin: 142


Derbarê nivîskarde

Leave a Reply