Kerry: Amerîka bi Eniya Îslamî re neciviya ye

Kerry: Amerîka bi Eniya Îslamî re neciviya ye

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragihand ku Washington bi nûnerên Eniya Îslamî li Sûriyê neciviya ye.

Berî 2 rojan ajansên nûçeyan belav kiribûn ku Balyozê Amerîka li Sûriyê Robert Ford li Tirkiyê bi nûnerên Eniya Îslamî re civiya ye.

Keryy di bersiva pirseke rojnamevanan de derbarê wê hevdîtinê de got “Hevdîtin pêk nehatine, lê dibe ku civîneke wiha bê lidarxisrtin ji bo ku grûpên opozîsyonê yên lîbral jî di kongreya Cenêv2 de beşdar bibin”.

Duh jî berpirsên Eniya Îslamî ku di dawiya meha borî de ji aliyê 6 grûpên çekdarî yên îslamî ve hat avakirin, red kirin ku ew bi berpirsên amerîkî re civiyabin.

Li gor nûçeyeke malpera el-Erebiye, di civîna navbera Robert Ford, Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û Artêşa Azad de, nûnerên Eniya Îslamî tê de beşdar nebûn.

Endamê hevpeymaniya opozîsyonê Xalid el-Nasir derbarê vê mijarê de got ku Amerîka ji hevpeymaniyê re gotiye ku ew digel nûnerên Eniya Îslamî re civiyane û ji wan xwestine ku di bin sêbera hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî kongreya Cenêv2 bibin.

Her derbarê Cenêv2 de, Îranê ragihand ku ti mercên pêşwext qebûl nake ji bo ku tevlî kongreya Cenêv2 bibe.

Opozîsyona Sûriyê dibêje ku ew qebûl nake Îran di Cenêv2 beşdar bibe û Tehran bi wê yekê tometbar dike ku bi çek û çekdaran piştgiriya rejîma Beşar Esed dike.

Biryare roja înê ya bê Nûnerên Navdewletî û Erebî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî û nûnerên Rûysa û Amerîka li Cenêvê bicivin û derbarê amadekariyên kongreya Cenêv2 de gotûbêj bikin.

Neteweyên Yekbûyî roja 22yê çileya sala 2014an wek roja lidarxistina kongreya Cenêv2 de destnîşan kiriye.