mi
Kesên nezan wek mî yên kol in… Îkram Oguz

Min ev nivîs du sal berê, dîsa di meha rojîyê da nivîsandibû. Wê demê Tirk û Cûhî ji hev dûrketibûn, Dewleta Tirk û oldarên Tirk bi çavê neyartîyê li Cuhîyan û Dewleta Îsraîl dinihêrîn. Îro, dîsa di meha rojîyê da Dewleta Tirk û Dewleta Îsraîl li hev hatin û nêzikî hev bûn. Tirkên oldar jî gor pozîsyona dewleta xwe, nêrînên xwe guhartin, gotinên xwe yên heta du roj berê, di derheqê Cuhîyan da digotin, dan alîki û îro bi awayekî din diaxifin.

Gotin û kiryarên Tirkan, min zêde eleqeder nakin.

Lêbelê, ez li benda gotin û kiryarên Kurdên oldar im.

***

Kesên nezan wek mîyên kol in.

Guhê wan li hêlehêla Şivan, çavên wan jî li çoyê Şivan e.

Şivan bixwaze, wan di kaşê gelî û newalan da dike xarê, bixwaze wan tî dibe ser avê û tî şûnda vedigerîne.

Ji bo vê yekê dengê bilûreke bi hostayî jî ne hewce ye.

Hêlehêla şivan û çoyê destê şivan bi serê xwe tenê bes in.

Ew Kurdên ku bi nezanî xwe olperest dihesibînin û daw û doza olperestîyê dikin, ew jî wek mîyên kol Erdoxan ji xwe ra weke serşivan dibînin û li pê wî diçin, gor gotin û kiryarên wî dijîn, gor daxwazên wî xwe dikujin.

Bese ku hêlehêla Erdoxan bibhîzin, hemû kar û barên xwe di cîh da dihêlin û xwe di gelî û newalan da davêjin xarê.

Ne li rewşa xwe dinihêrin, ne jî li der dora xwe…

Ne dostên xwe nasdikin, ne jî neyarên xwe…

Ne ji gotinên xwe hayîdar in, ne jî ji kiryarên xwe…

„Çoyê şivan û qoçê bizinê“ dibêjin û ji xwe ve diçin…

Serşivan bi Xiristîyanan ra bibe heval, ew pesnê Xiristîyanan didin…

Serşivan bi Cihûyan ra bibe dost, ew methê Cihûyan dikin…

Serşivan demek bibû destbirakê Esed, ew bibûn kolê Esed…

Serşivan demek bibû hevalbendê Fetullah, ew jî bibûn mirûdê Fetullah…

Serşivan berê xwe bide kîjan alî, ew çavên xwe digrin û bi lez û bez li wî alî dibezin.

Ne gotinên xwe diwezinînin, ne jî kiryarên serşivanên xwe…

Dostanî û hevaltîya serşivan bi Xiristîyan û Cihûyan ra, bi Esed û Fetullah ra hate birîn, îro ew jî ji wan hemûyan ra neyartîyê dikin.

Ji destpêka rocîyê vir da li kîderê radibîn û rûdinên, li dijberî kiryarên Cihûyan derdikevin û bi navê olperestîyê piştevanîya Filistînîyan dikin.

Filistînîyan ji xwe ra wek dost û yar, Cihûyan jî wek neyarên xwe dihesibînin.

Li dijberî zilm û zordarîya dewleta Îsraîl derdikevin û diqêrin.

Ji bo Filistînîyan digrîn û hêsirên xwe dirijînin.

Ne zilm û zordarîya ku heta îro ji dewletên misilman dîtine tên bîra wan, ne jî misilmatîya wan…

Li ber zilm û zordarîya dewletên Tirk û Ereb û Ecem wek mîyên kol histuyê xwe di ber xwe da xar dikin û bê deng û bê seda dimînin.

Ji bo zarokên ku li Gazeyê, bi guleyên dewleta Îsraîl can didin fitr û zekatan didin û selewatan dixwînin, ji bo zarokên ku li Roboskîyê bi guleyên dewleta Tirk hatine kuştin, xwendina fatiheyeke jî zêde dibînin.

Ji bo Gazeyê şînê dikin, ji jenosîda Helepçê bêhayîdar in…

Ji xelkê ra misilman û mirovhiz, ji xwe ra nezan û xizan in…

Misilmanên Tirk jî piştevanîya Filistînîyan dikin, lê ez bi xwe di piştevanîya wan da tu xeletîyek nabînim.

Ji ber ku ew ne tenê ji bo Filistînîyan, li kîjan herêma dinê dibe bila bibe, ji pozê esiltirkeke xwîn were, ew dighîjin hewara wan.

Ha Çeçen û Ecem û Tirkmen, ha Filsitîn û Qazax û Pomak, ji bo wan ferq nake.

Tenê li ba Kurdan bê deng û bê wijdan in, ji ber ku zilumkarên Kurdan yek jî ew bi xwe nin.

Nezan û xizanên Kurd çi dikin?

Ew ji şert û mercên olî û mirovatîyê bêhayîdar, bi çavên zilumkarên xwe, li xwe û li dinê dinhêrin, li pê wan dikevin, di nav newal û gelîyan da kaş dibin…

22.07.2014

ikramoguz@navkurd.net

Nûkirina Dawî : 01 Jul 2016 23:46

Xwendin: 602


Derbarê nivîskarde

İkram Oğuz (bixwîne : Îkram Oẍuz) di sala 1962an da li gundeki Tekmanê, Xanbegîya Jêrin, ji dayîk bû. Mekteba ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend. Di dema 12ê Îlonê da hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Îstenbolê Fakulta Îktisadê xilas kir. Çend salan li Îstenbolê di fîrmayeka taybetî da wek rêvebir xebitî. Bi destpêka sala 1992an da dest bi karê çapemenîyê kir. Di navbera salên 1992-94an da bû xwedî û berpisîyarê giştî yê Rojnama Azadî. Sedem nivîsên wî û xwedîtîya wî ya rojnamê di derheqê wî da bi sedan dawe vebûn û hate cezakirin... Di sala 1995an da derket dervayî welat, karên xwe yên sîyasî li Ewropa domand. Di dawîya salên 90’î da dest ji sîyaseta aktif berda û di fîrmayek taybeti da wek rêvebir xebitî. Di sala 2004’an malpera http://www.navkurd.eu damezrand. Ji wê demê vir da berpirsîyartîya malperê dike û di malperê da bi Kurdî dinivîsîne. Romana wî ya bi navê Mîro, di destpêka sala 2014’an da li Îstenbolê, di nav weşanên Weşanxana Do da derket. Mîro romana wî ya yekemîn e. Nivîskar Îkram Oguz endamê Înîsiyatîfa Rewşenbîrên Kurd e û gotarên wî yên di derbarê Înîsiyatîfê de di malpera rewsenbir.com de têne weşandin. Di heman demê de nivîskarê Malpera rewanbej.com e jî.