asteroid_kevre_asman
Kevirê asmana (Meteor-Asteroid) vê mehê li Erdê dikevin?

Gelo dê vê mehê kevirên asmana (Asteroid) li Erdê bikevin an na.

Ev demek e ku çapemenîyê destpê kiriye û qala teqîna cîhanê dikin. Behs dikin ku ewê di meha îlonê de astroid li ser cihanê re bifire.  Rojnameyên wek Berliner Kurier, Focus online û webcite lêkoliner Robert Walsh yê zanîngeha Central lancashire wek çavkani digrin. Lê Walsh di daxuyaniya xwe ya di webCite te van gumanên ser wî astroidî de bê sepandin dinirxîne. Van rojnameyan bi tenê ji birsivên konferansa capemenîyê wek çavkani digrin. Niviskarê vê gotarê rojnamevaniya van rojnameyan bi guman dinirxîne, jiber ku ev gotarên hatine belav kirin bê lêkolin wek nûceya lezgin hatine belav kirin.

Di gelik rojname û weşanên cîhanî de ev mijar yekser belav bû û hate gotin ku dê vê mihê kevirên asîman li Erdê bikeve.

Lêkolînvan li ser kevirên asmanî hertim di nava lêkolînê de ne. Nêzîkî 200 kevirên mezin ku karin cîhanê tevî xirab bikin metirsiyê ji cîhanê re çêdikin hene. Wekî ditir bi sedhezaran kevirên biçûktir ku karin bajara tune bikin jî di valatiya gerdûnê de tevdigerin.

Mirov li ser wê yekê jî radiwestin ku li himber kevirên asmana cîhanê bi çi rengî biparêzin. Him li ser teqandina wan, him li ser guhertina berê wan radiwestin.

 

Nûkirina Dawî : 20 Sep 2015 0:52

Xwendin: 147


Leave a Reply