Telefonên ji bo zimanê Kurdî guncaw û lebarin

Ji bo nivîsandina Kurdî, ji bo nivîskarên zimanê Kurdî di teknîkê de hertim arîşe û astengî hene. Li gorî pît û nivîsên gelik zimanên dîtir yên cîhanê Kurdî ewqasî zimanekî têkilav û belawela nîne. Lê mixabin rewşa siyasî ya Kurdan karîgeriya xwe li ser teknîk û bikaranîna teknîkê jî dike.
Kurd teknîkê pir bikar tînin, hemî companya û karxaneyên mezin yên cîhanî sudê ji bazara Kurdan werdigrin û berhemên xwe difroşin. Lê di bikaranîna zimanê Kurdî de û li gorî Kurdan gavavêtin wekî hertim dibe arîşe û wekî mijarekî siyasî di teknîkê de jî xwe dide pêş.
Hîna jî li ser navê zimanê Kurdî ji bo malperekî xwerû bi Kurdî google reklama nade. An jî Apple di nava pergalên xwe de Kurdî bicî nake.
Ji ber van sedeman jî herkes di nivîsîna Kurdî de bi teknîka nû û pêşketî zehmetî dikşîne. Ji bo vê yekê jî wekî demên bihurî û wekî ku rewşenbîrê Kurd Ismet Şerîf Wanlî digot em pîtên Kurdî û rastnivîsa zimanê Kurdî li gorî teknîkê biguherin nêrînên bi vî awayî carcaran derdikevin pêş. Lê ji bo ku mirov zimanê xwe li teknîkê bîne pêwist nîne ku ziman li gorî teknîkê bête guhertin lê belê divê teknîk li gorî ziman bête pêşxistin. Eger ku hêza siyasî ya Kurdan têra vê yekê neke ku bi awayekî giştî zimanê Kurdî di nava teknîkê de bête bikaranîn wê demê destpêşxeriyên kesane, an ku insîyatîfên kesane û sazî divê têkevin nav kar û projeyên nûjen pêş bixin.
Di Android û Apple de dê çawan bi Kurdî bête nivîsîn?
Telefonên desta yên cîhanê ji gelik pergalên karkirinê pêk tên. Lê ji vana yên sereke û herî pêşketî Android û Apple an jî ios.
Di Iphone yan de taybetmendiyek heye ku hun dikarin peyvan têde tomar bikin. Ev taybetmendî ji bo wê yekê hatiye tevlîkirin ku hun peyvên herî pir bikar tînin bi peyveke kin tomar bikin da ku di dema bikaranînê de dema we pir neçe û hun karibin bi yek du pîtan peyva xwe binivîsin. Ev yek ji bo çêkirina ferhengekê di nava telefonê de derfetekî başbû. We dikarî her peyva Kurdî ya ku ê,î,ş,ç,û di navde tomar bikin û mînak dema hun –bas- binivîsin baş bête nivîsîn an jî sev bibe şev. We dikarî bi hezaran peyv bi vî rengî tomar bikin. Me ev yek ceriband. Van çar salên dawî de me hertim peyvên Kurdî tomar kirin û girtine ser iphonê. Û bi hesanî mirov dikarî bi iphonê pirtûk bi Kurdî binivîsandana an jî şiroveyeke duvdirêj bi Kurdî bi rêka iphonê binivîsîbane bêyî rawestan.
Lê bi derketina ios 6 û vê dawiyê ios 7 ê ve êdî iphone ne tenê di mijara nivîsandina zimana de an jî tomarkirinê de di gelik aliyên xwe de xeletî dane der û bi gelik xalên xwe ve şûnve ket. Mixabin berheva 4 salan ya ferhenga Kurdî di nava iphonê de bi xeletiyên Applê têk çû û êdî bi iphonê pîtên kurdî bi vî rengî nayêne tomarkirin û bikaranîn. Ji ber ku carcaran peyvan bikar tîne carna jî nayêne.
Heya karmendên Applê ji vê yekê nîne, dema ku mijar bo wan hate derbirîn jî serî li wan zîvirî û tênegheştin. Ji ber ku xeletiyên wisan seyr û ecêb ji xwe di Kurdan û Kurdî de derdikevin ji ber ku em dixwazin û divê em teknîkê li gorî zimanê xwe bikar bînin û teknîk jî mixabin ne li gorî zimanê me hatine çêkirin.
Eger ku bernameyên taybet ji aliyê hinekan ve neyêne çêkirin an jî yên heyî neyêne bikaranîn rasterast bi pergala Apple bi Kurdî pîtên Kurdî nayête nivîsandin.
Bi Androîdê hindekî dî hesane. Android peyvên ku têne nivîsîn xwe bi xwe tomar dike. Peyvên ku pir têne bikaranîn hertim li berdestin û hun dikarin bi hesanî wan peyvên xwe bikar bînin. Lê mixabin ew jî divê hun peyvan di destpêkê de rast bikin. Ş,ç,î,ê,û vana carê binivîsin da ku pergal xwe bi xwe tomar bike. Dema demeke dirêj têkevê navberê de jî peyv dernakeve pêş peyvên dîtir derdikevin pêş. Lê vê gavê li gorî Apple û ios ê Android ji bo nivîsandina zimanê Kurdî pergalekî baştire.
Rewanbej.net