• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KNK: Berpirsyarên teqîna Ankarayê diyarin

KNK: Berpirsyarên teqîna Ankarayê diyarin


barkirin: Rezber 10, 2015, 2:27


Piştî teqîna îro (10’ê Cotmehê) ya di mitînga Partiya Demokratîk a gelan HDP’ê li Ankarayê, KNK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KNK’ê de hatiye: ”  Ev êrîş êrîşa şerxwazane. Ev êrîş li hember aştîxwazan pêkhatiye û kesên ji çar aliyên welat ji bo aştîyê kombûyî hatine hedef girtin. Ev êrîş berdewama teqandina 5’ê Hezîranê ya li mitinga Amedê ye, dewama teqandina 20’ê Tîrmehê ya li Pirsûsê (Suruç) ye. Ev êrîş dewama hemû êrîşên Dewleta Tirkiyê yên ku ji meha Tîrmehê ve li ser Qadên Medya, bajarên Bakurê Kurdistanê û hemû cografya Kurdistanê û Gelê Kurdistanê ye”.
KNK’ê derbarê berpirsyarên êrişan de dibêje: ”berpirsyarên vê êrîşê ewin yên ku ji meha Adarê ve pêvajoya aştî û çareserîyê xetimandî û hevdîtin dane sekinandin in. Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku bi mehane li herderê êrîşê Gelê Kurd û deskeftîyên gelê Kurd dikin. Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku dixwazin îktîdara xwe û saraya xwe bi hukmê şer biparêzin. Şerxwaz, kujer û berpirsyar diyarin. Dibe ku hinek kes an hinek grup weke tilîkêş hatibin xebitandin, lê çi dibe bila bibe berpirsyarê vê êrîşê Teyîp Erdogan e, hukumeta AKPê, Dewleta Tirk e”.
di dawyiya daxuyaniya KNK’ê de tê: ”Em weke KNK’ê, vê êrîşa xwînxar û van berpirsyarên ne mirov, bi tundî şermezar dikin. Ji şehîdan ra rehmet û ji birîndaran ra şîfayê dixwazin. Ji malbat, Gelê Kurdistanê û Gelê Tirkîyê re sersaxîyê dixwazin”.

Konseya Rêvebir ya KNK

dîtin: 197

Pêveker:

knk berpirsyarên teqîna ankarayê diyarin