Komên Kurdî li tehranê dê 7 şevan konsertan bidin

Komên muzîkê yên Kurdistanî, rêze konsertan li pey hev heta heft şevan li paytexta Îranê li Taranê pêşkêş dikin.
Ev konser dê ji 2 heta 8 heyva tîrmehê 2013 li avahiya Rûdekî li Taranê were sazdan û têde çend komên muzîkê beşdar dibin.
Di nava zincîra konseran de, koma “Tureq“ bi muzîka navçea Bakurê Xoresanê, koma “Henane“ bi muzîka navçeyên Kirmaşan, koma “Kasêt“ bi muzîka navçeya Luristan, koma “Radha“ bi mûzîka navçeya Xoresana Başûr, koma “Weten Oxlî“ bi muzîka Azerî ya navçeya Ezerbêcan, koma koralê “60 Salan“ bi muzîka xumaliya navçeyên Îran û koma “Silûk“ bi muzîka navçeyên Şîraz û Mazenderan dê bernameyên xwe pêşkêş bikin.
Binmayê hilbijardina komên mûzîkî bo birêvebirina vê zincîra konsertan bi şêweyî bû kû ew komên kû li festîvalên navdewletî de amade bûne, û kûnsert pêşkêş kirine, ew komên kû bi rêjeyekî kêmtir bername li ser şano bi rêvebirine, di navbera van heft şevan de dê berhemên xwe pêşkêş bikin.
PNA