Komîsyona Bilind encamên hilbijartinê aşkira kir

Komîsyona Bilind encamên hilbijartinê aşkira kir

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê 95 ji % encamên hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê aşkira kir. Li gor van encaman di çaremîn hilbijartinan de PDK bû yekemîn, Tevgera Goran dûwemîn û YNK jî bû partiya sêyemîn.

Îro danê êvarî Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê 95 ji % encamên hilbijartinan aşkira kir.  Li gor encamên hatine ragehandin partiyan ev hinde deng wergirtine

Partiya Demokratên Kurdistan PDK bi 719 hezar û 4 deng bû yekem.

Tevgera Goran bi 446 hezar û 95 dengan bû duwem.

Yekîtiya Nîştîmanê Kurdistan bi 323 hezar û 867 deng bû sêyem

Îslamî Yekgirtû bi 178 hezar û 681 bû çarem.

Komelî îslamî bi 113 hezar û 260 deng bû pêncem.

Tevgera Îslamî 20 hezar û 795 deng bû şeşemîn.

Hejmara dengên partiyên din jî weha ye:

Partiya Sosyalîst 11 hezar û 828 deng.

Partiya Azadî 11 hezar û 768 deng.

Arastey Sêyem 8 hezar û 268 deng.

Rafîdeyn: 5 hezar û 963 deng .

Kildanî û Suryanî û Aşurî: 5 hezar û 599 deng .

Pêşkeftina Turkmanî : 5 hezar û 173 deng .

Partiya Ayinde: 3 hezar û 868 deng.

Partiya Çareseriya Demokratîk PÇDK: 3 hezar û 605 deng.

Mafên Gelê Kurdistan : 2 hezar û 817 deng.

Partiya Parêzgaran: 2 hezar û 420 deng.

Partiya Mafê Gel: 2 hezar û 5 deng.

Komîsyona Hilbijartinan her weha diyar kir ku di dema dengdana taybet de 40 skale hatine tomar kirin û di dengdana giştî jî de 768 skale hatine tomar kirin.

Li gor van encaman Partiya Demokratên Kurdistanê PDKku dibe xudan 37 kursiyan, dê hikumeta nû ya herêmê bi koalîsyonê ava bike.