Komîteya amadekar civînên xwe berdewam dike

Komîteya amadekar civînên xwe berdewam dike

Piştî ku hate diyar kirin ku dê Kongreya Netewî di 24’ê Tebaxê de pêk bihêt, civînên navber yên komîteya amadekar jî berdewam dikin. Komîteyê do civîna xwe ya çaremîn pêk anî. Civîn du demjimêran ajot û hete gotin ku dê îro jî berdewam bike.

Komîteya Amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd doh an ku roja Înê çaremîn civîna xwe li bajarê Hewlêrê pêkanî. Endamên komîteyê berî ku kom bibin, serdana sersaxiya malbata wezîrê berê yê çandê yê Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakeyî kirin. Kakeyî beriya sê rojan jiyana xwe ji dest da bû. Komîteyê piştî serdana sersaxiyê, li ofîsa Dîwana Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê dest bi civînê kir. Civînê nêzî 2 demjimêran dom kir. Endamên komîteyê piştî civînê ti daxuyanî nedan.

Çav li rê ye ku îro jî Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd li hev bicive.