Kozakçîoxlû xwe nekuştiye!

Kozakçîoxlû xwe nekuştiye!

Der barê rûdana xwekujiya Hayrî  Kozakçîoxlû de serdozgeriyê raportek weşand û diyar kir ku li gor lêkolînan çi burhanekê xwekujiyê nîne.

Hayrî Kozakçîoxlûyê ku parêzgarê berê yê Herêma Rewşa Awarte (OHAL) bû û navê wî di gelek bûyerên tarî û qirêj yên li dijî Kurdan de û her weha kuştinên kiryarên wan ne diyar de hebû, di meha Gulana îsal de li mala xwe ya Sariyera Stenbolê de mirî hatibû dîtin û hatibû îdîa kirin ku xwe kûştiye. Der barê rûdanê de serdozgeriyê lêkolîn da bû destpêkirin. Li gor encamên rapora serdozgeriyê di demançeya Kozakçîoxlû de şopa destên wî derneketiye.

Kozakçîoxlûyê ku weke sinduqa nehêniyên dema OHAL’ê, waliyê super yê hikûmeta Çillerê  dihate nas kirin û di salên parêzgariya wê de li Kurdistana Bakûr gelek bûyerên reş û tarî pêk hatibûn, di meha Gulana îsal de li mala xwe mirî hatibû dîtin. Piştî vê rûdana xwekujiyê hindek aliyan îdîa dikirin ku Kozakçîoxlû hatiye kuştin. Serdozgeriya Komarê yê Stenbolê der barê vê rûdanê de lêpirsin dabû destpêkirin. Di encama lêkolînên bûyerê de raportek hate amadekirin.

Li gor raporta ku gehişte destê dozgerê berpirsê vê bûyerê li ser demançeya Kozakçîoxlû dewsa barûdê û her weha dewsa detê wî jî nîne. Beriya niha Tiba Edlî di raportekê de diyar kiribû ku guleya ku li dilê Kozakçîoxlû ketiye bûye egera mirina wî. Heger dozgerî biryar bide ku ev rûdan xwekujiye dê doz ji bêyî şopandin encam bibe.

Beriya niha Kozakçîoxlû di hevpeyvîna xwe ya di gel ragehandinê de diyar kiribû ku gelek tişt hene ku ew dixwaze behs bike lê hindek pêdiviya wî bi demê heye. Kozakçîoxlû gotibû ku heger ez bêjim dê dewlet zirarê bibîne, ji ber ku ezê behsa kêmasiyên dewletê bikim. Wê demê dê dijberên dewletê jê mifa werbigrin.