Kurd û Hilbijartin

Kurd û Hilbijartin

Kurd û Hilbijartin

Hizra helbijartina kû hizreka pêşverûye û xwe dispêre bajêrvaniya dîmokratiyetê, loma dîmokratîjî bêyi helbijartin nabe. Di helbijartinada xelk bi rêka çûna ser sinduqên dengdanê nunerên xwe diyar dikin û, wana dişînine perlemanê dakû nûnertiya wana biken. Herwesa her perlemanterek jî berdevkê bi hezaran mirovaye û, nunertiya wana diket, loma ya giringe dema her takek rûbirû perlemantarekî dibît, wesa hizra xwe biket kû ewê rûbirûyî hezaran mirova bî.

Li Kurdistanêjî qunaxa desthelmalîna propagandên helbijartina destpêkir. Bes pa bi hokara ku Kurd di pirsa navbirîda û di bajêrvaniya pirsa navbirîda lawaz û kêm ezmûnin loma yê car car ji çunayetiya karê navbirî dur dikevin û virda û wirda lêk jî dikevin.Bes di heman demîda yêt xwedan biryarin kû dê helbijartina xwe encam den û dê li gorî dil û daxwazên xwejî nunerên xwe diyarken. Ji xwe pirsa helbijratin û dîmukratiyetê li herêma Kurdistanê ya ji pirseka gutgutk û axftina derbas bûwî û ya bûye buyerek. Em bixwazin û nexwazin ew çandeke û ya li Kurdistanê jî xwe bicî kirî û rehêt xwe jî belav kirin evro Ii Kurdistanê berprsiyarê serekiyê piraniya arîşa partî û aliyên mezinin û mekir û naz kirinjî yêt bibîne para partî û aliyên biçuk.

Eger di dema helbijartinada rojeva serekî ya xelkê hundirê Kurdistanê, arîşa navbera dilxwazên filan partî û filan partî, yan serkeftina filan partî û binkeftina filan partî bît. Wê demê dê rojeva dost û dujminêt dervejî pirsa encamdana helbijartineka pir arîşeya perlemanekê bît û dahatûya dost yan neyarê wana bît. Herwekû gûman têda nîne welatekê diktator bêjît dê helbijratina encam deyin, kes bawer naket û kes jî pê naaxvît. Ji berkû ne bala hundir dikşîne û ne dervejî di xapîne. Herwesa guman têda nîne eger welatekê mezinê dîmukratjî helbijartina encamdet zêde bandora xwe nîne û zêde bal jî li ser nîne. Ji berkû xwedan sazîne û dîlên kes û taka nîne. Lê eger hat û welatek yan her kiyaneka taze dîmokrat, helbijratin encam da û deng veneda, ew cihê gumanêye. Ji berkû di qonaxa taze dîmukratiyetêda bala praniya xelkê hundir ya bi siyaset û helbijartinave germe. Herwisa bi hokara lawaziya sazî bûn û dezgabûna wî welatî, bala piraniya derûdora jî ya li ser dahatûya dost yan neyarêt wana di pêşbirka helbijartinada. Ez bawerim eger axaftinên zêde li ser helbijartinên nava Kurdistanêda têne kirin jî ji ber vê yekêye. Em hemî dibînin ku hindek çep û îslamiyêt heyin bi roja nîvro dijberiya helbijartina û dijberiya firepartayetiyê dikin û li heman dem da biroja nîvro jî beşdariyeka germ diken dakû deselatî bidest bêxin. Mixabin eger deselat jî bidest xistin dê di destpêkêda pirojê helbijartin û firepartayetiyê li holê raken. Vajî wê êkê eger deng jî bidest nexistin vê carê dê dijberiyeka tundtir li helbijrtina ken. Di gel vê êkê jî helwestê wana rewayetî û meznayetiya helbijartina zêdetir diken û pirsa navbirî pêşda dibin û dîmukrasiyetê kurtir û bi hêztir dikin. Pêwiste bi taybet di roja evroda hemî ew kesên bi berçavkên olî û aydolojî li pirsa dinêrin, helwestên xwe bêxinef ber çavên xwe. Eger wesajî neken bila perawêzkirin û piştguh êxistina gutarên din, di rûyê dilxwazên wanada vexwênin. Belkû bi wê rêkê karesata têkşikandina nava tak û kesayetiya nîva civakê hest pê biken û pêdiviya firepartayetî û firehizriyê wekû erkekê serekiyê kar û xebata xwe bibînin.

GOVAR EHMED