Kurd dîsan bê parestinin û tên kuştin

Şerê dewleta tirk yê dijî gelê Kurd dayî destpêkirin û bê pîvan tê pêkanîn berdewame. Li Sûr a Amedê zarokeke Kurd ya 17 salî bi nave Rozerîn çukur hate şehîdkirin.
Hate ragihandin ku îro jiber zaroka kurd derketibû derve bû armanca guleyên hovên dewleta dagirker ya Tirk.
Termê Rozerîn ji aliyê kesên derdorê ve bo malekê hate veguhestin.
Eve çend mehin dewleta Tirk bê sînor dijî Kurdan bi tund û tûjî tevdigere û Kurdan dikuje.
Her çend artêşên kurda yên mezin hebin û li cîhanê deng vedabin jî bêxwedîbûn û bêparestina gelê Kurdên bakurê Kurdistanê berdewame.
Li himber êrîşên dewletê ciwanên Kurd bo parestina bajar û taxên xwe tevdigerin. Lê belê jiber beramber êrîşên dewletê tu helwestekî dijwar li bajarên tirkiyê nayête nişandan dewleta dagirker jî herroj bêhtir har dibe .