• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurdistanê Tirkî parest

Kurdistanê Tirkî parest


barkirin: Sermawêz 4, 2015, 9:37


Nakokî û pevçûnên siyasî û aborî yên Rûsya û tirkiyê her diçe pir û mezin dibin.

Heri dawî Rûsya belge û dîmenên bazirganiya petrolê yên navbeyna Tirkiyê û çeteyên Daîşê ji bo raya cîhanê aşkere kirin.

Li himber vê pêngaveke tirkî bi taybet jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayib Erdogan kete nava xweparestineke bê encam.

Beriya dîmenên Rûsya belav bibin jî di medyayê de dîmenên vê bazirganiyê dihatine belavkirin.

Herçend tirkî xwestibe li himber vê derbirînê xwe biparêze jî belgeyên Rûsya vekirî bûn û ev bazirganî di selimandin.

Piştî belavbûna van belgeyan bi 2 rojan daxuyaniyek di derbarê van dîmenên de ji Hikumeta Herêma Kurdistanê hat.

Ser navê Hikumeta herêma Kurdistanê Serokê Koma rêvebiriya Enerjiyê  Şêrko Cewdet daxuyanî da û got ” ew dîmenên Rûsya belav kirî yên wan tanqêrane yên ji Kurdistanê petrolê dibine Tirkiyê. Cewdet berdewam diyar kir û got: ” Bazirganiya navbreyna Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ne tiştekî veşartiye. Ew dîmenên qala wan tê kirin yên bi hizra bazirganiya navbera Tirkiyê û Daîşê ne rastin. Bo derbirînên weha dive belgeyên misoger bêne belavkirin.

dîtin: 224

Pêveker:

kurdistanê tirkî parest