Lêv bi xebere lê lêvên te ne zirna zere

Rexne ku dicihê xwe de bê kirin tiştekî başe, lê waxta tû rexneyan ji bonî berjewendiyên xwe bi kar bênê, wî wextî ew rexne dibe mahne û vediguherê tiştekî din. Mijara nivîsa me bi rêz Altan Tan û yên wekî wîya ne, birêz Tan bi rê ya rojname û televisyonan rêxistin, rêvebir û tekoşîna kurdan bi şêwazên tûnd rexne dike. Tevahiya gelê kurd dizanê ku ev rexneyên birêz Tan ne dicihê xwe de ne, lê dîse jî em ê qabûl bikin ku û mafê Altan Tan heye rexneyan bike. Kesên ku rêxistin, bûyeran, an jî tekoşîne kê rexne bike, dive keda wiya diwan rêxistin, bûyer û tekoşîne de hebê, lê waxta em li firêze û pratika Altan Tan meyze dikin, divan çil salên dawîde û di tekoşîna kurdan de em laqî tû keda birêz Tan nabin. Kurdên ku xwe nas kirine û dinava tekoşîne de pijiyane, ji heft salî heya heftê salî wusa zanîst û polîtîze bûne ku tûkes nema dikarê wan bi xapênê û li ser keda wan biçêrê. Kî dibe bilabe, kesên ku diderheqê kurdan de dipeyivin anjî rexneyên xwe tenin ziman, gel ê kurd yên tekoşer dizanê û hisdike bê dipişta mêjiyên wan kesan de çi heye û nêta wan çiye.
Birêz Tan, erê em dizanin lêvên te bi xebere, tû dikarê di televisyonan de pêyv û hewokan bi hevudin ve girêbide, bi axivê, wan peyv û gotinan jibonî berjewendiyên xwe, ji xwe re bi kar bênê, lê wekî me diser nivîsa xwe de jî aniye ziman lêvên te ne lêvên zirna zer e, çimku tû ne bi xebata xwe hatiye wura, gel ê kurd bi xwîna xwe, bi hezaran şehîd dana, tû kokalîka xwe kirin û şandine wura. Serkêşî û rêberiya kurdan pirr zor û zahmete, ne kar ê peyveke û dû hevoka ye. Birêz Tan, tinazê xwe bi aqilê kurdan neke, kurd ne pêlîstokê te ne, jixwe te rê ya xwe hilbijartiye, ev nêzî şeş meha ye tû ji televisyonekê diqevizê televisyonake din, bi şêwazên nepenî gazî dagirkeran dike û tû dibejê vaye ez ne alîgirê şidetê me, ji xwe bi van gotinan tû aliyê xwe heşkere dike û ji dagirkeran re dibejê kurd alîgirê şidetêne. Tû jî baş dizanê evya ne raste, kurd tûcarî nebûne alîgirê şidetê, kurd tene mafê xwe û jiyaneke bi rûmet dixwazin. Birêz Tan, em laqî pirr kesên wekî te hatine, jibonî berjewendiyên xwe dinava rêxistin û tekoşîna kurdan de cîh girtine, lê waxta ku dûvike miqilkê disincirê, dawa xwe li derdora xwe pêçane û reviyane xwe avêtine himbêza dagirkeran.
Bangewaziya me ji Altan Tan û yên ku wekî Altan Tan difikirin re evya ye, bila ne xwe bixapênin û ne gel ê kurd bi xapênin, çimku ev tekoşîna gel ê kurd ne bi we û yên wekî we difikirin gihiştiye vê merhelê ye, hûn hebin jî û nebin jî, heya ku ciwanên kurdan hebin wê gel ê kurd jibonî mafên xwe û jiyaneke bi rûmet têbikoşin û tekoşîna berdewam bikin.