Lêkera - Amêxten-

Lêkera “AMÊXTEN”ê û lêket û derketên wê di zar û zimanê Kurdî de.
Serîngo:
Di garda etîmolojî û rîşenasiya zimên de ka em binêrin lêkera “amêxten”ê û kok û peyva “amêxt”ê tê çi wateyê û rola wê çi ne di zimanê îro ya Kurdî de.
Koka û wateya amêxtenê:
Lêker û çeşmga “amêxten”ê lêkereke Kurdî-Pehlewanî ye, tê wateya “têkû kirin, têkel kirin, tevlihev kirin, ketine navhev, têgîran, bi înglîzî (mix)”.
Rol û taybetmendiyên wê di zimanê Kurdî de:
Amêxten weke lêker di Kurdîya nû de nayê kêzkirin û bikaranîn, lê koka wê weke peyvê di gelek waran de tê kêzkirin û bi gelek curên cuda. Di zaraveyên Kurdî de, li gorî taybetmendiyên wê deng û tîp cîguher bûne, lê berî ku em werin ser cîguher û kêzkirina (bikaranîna, bikarhatin)a wê, gerek em bal bidin ser guhertinên bingehîn di navbera zimanê Kurdîya kevin û Kurdîya nû de, bi taybet di mijara me ya îro de ku paşgira “XT”ê ye di peyvên Kurdî-Pehlewanî-Avêstayî de.
Cîguherên “XT”ê ji bo “J – Z”ê di zimanê Kurdî de:
weke li jor jî me amaje da “amêxten” weke lêker di Kurdîya nû de ne kara ye, lê koka wê ku “amêxt”e di gelek waran de roldar e û tê kêzkirin. Cîguhera “XT”ê bo “J yan Z”ê yek ji wan guhertina bingehîne di zêdebariya peyvên Kurdî de, ango paşgira “XT”ê yan dibe “J”ê yan jî dibe “Z”ê. Weke:
hêxt – hêz
saxt – saz
diraxt – diraz – diraj – dirêj
baxt – baz
amoxt – amoz – amoj (amojgarî ango şîret)
poxt – poz – poj
amaxt – amaj
Û yd..
lê hin peyv her mane ku “XT” cîguher nebûye weke:
bext
text
sext
next
rext
wext
puxt
Û yd…
Weke em dibînin “XT” di vir de bûye “Z” ango “amêt” bûye “amêz”
Kok û peyva “Amêxt – Amêz”ê di Kurdîya îroyin de:
Peyva “amêz”ê di Kurdîya îroyin de ji zaraveyek bo zaraveyekê din hinek cuda tê bilêvkirin, bo mînak: di zaraveya Soranî û Hewramî û Kelhûrî de bi çar awayan tê kêzkirin û bikaranîn weke:
"Amêz, Awêz, Amêt, Awêt".
eger em bala xwe bidin dibînin ku li cihekî dengê “M”ê hatiye guhetin bo “W”ê ango “amêz bûye awêz”ê. Li cihekî din “amêx”a kevin weke xwe maye û tenê dengê “X” nemaye ango “amxt bûye amêt”ê.
Di zaraveya Soranî de weke me amaje da çbi çar cur tên kêzkirin weke:
awêz: têkel, tevliehv, têkû.
awêzan: lihevdan û alandina du tiştên çi madî çi manawî.
desawêz: toqe kirin, dest dane destê hev, dest li nav dest kirin, slav dayina bi destê.
desawêzan: lihev hatin, rêkketin, aştbûn, lihev kirin
awêze: salat, selete, tevdaneberhev.
awêzel: her tiştên di nav hev de şêlandin bi înglîzî “mix”
helawêz: alandin, lihev zivîrin.
dawêz: şêlandin, hencin hencin kirin û dûre têkel kirin.
rawêz: hûnandin, baDan, govend, lihev girêndan.
awêt: du madeyên şil û nerim ku bêne tevlihev kirin.
awête: tevliehv bûyî ya du tiştên nerm û lîk.
amêt: hemwateya “awêt”ê ye
amête: 1- di nav hev de bûyê 2- keça Keyxûsrew a şahê împratoriya Medyayê û şahjina welatê Babilê.
amêz: hemêz, baweş, du bedenên bi hev re yî.
ramêz: maç û hemêz
rewanamêz: tevlihevbûna du ruh û du can.
amêze: di nav hev de bûn.
Lê dema em zaraveya Kurmancî dinêrin, li wir “amêz” bûye “hemêz”, ew jî vedigere sere w zagona ku piranî peyvên ku di Kurdî de denstpêka wan “A”yê ye, di Kurmancî de dibine “HE”yê weke:
awzar – hewzar
akar – hekar
asin – hesin
asan – hesan-hêsan
Her weha “amêz” jî dibe “hemêz”.
Dawîngo:
Li ser etîmolojiya lêkera “amêxten”ê û kok û peyva wê “amêxt”ê, ev kurte behsekê bû di çawanî û wateyên wê di zaraveyên Kurdî de. Ango: “amêt, amêz, awêz, hemêz” tev yek peyv û wate ne ku “amêxten û amêxt”a Kurdî-Pehlewanî ye.
Qendîl Şeyxbizînî