• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN | Mihemed Hacî Mehmûd birîndar bû (Hat nû kirin)

LEZGÎN | Mihemed Hacî Mehmûd birîndar bû (Hat nû kirin)


barkirin: Êlûn 11, 2015, 12:10


Li gor medyayên Başûrê Kurdistanê, Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê û Fermandarê Pêşmerge Mihemedê Hecî Mahmûd li başûrê Kerkûkê birîndar bû. Teqîn li gundê Elbumihemed a bajarokê Daquqê ya li Başûrê Kerkûkê çêbûye.

Li gorî nûçeyê hate diyarkirin ku Mihemedê Hecî Mahmûd li gel 7 Pêşmerge li navçeya Daquq birîndar bûye. Hate ragihandin di dema tevgerê de bombeyeke vedayî bi koma Pêşmerge de teqiyaye û Mihemedê Hecî Mahmûd û 7 Pêşmerge birîndar bûne. Li gorî agahiyan tê gotin ku birîndariya Mihemedê Hecî Mahmûd ne girane û metirsiya jiyanî li ser tune.

Nasnameya heft pêşmergeyên birîndar wiha ye: ”Helkewt Elî Ferc (Sekerterê Taybet yê Mihemed Hacî Mehmûd), Serwer Kamîl Hadî (Zavayê Hacî Mehmûd), Mihemed Heme Hesen (Berpirsê baregaha Germiyanê ya Partiya Sosyalîst), Newzad Helî Heme (Pêşmerge), Selah Elî Heme Saih (Berpirsê Dezageha kar û barê pêşmergeyên sosyalîst), Mam Qadir(Pêşmerge), Şewket Mihemed((Pêşmergeyê xanenişîn).

Li gor agahiyên dawî, pêşmergeyê bi navê Şewket Mihemed ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest daye.

MIHEMEDÊ HECÎ MAHMÛD KÎ YE?

dîtin: 162

Pêveker:

lezgÎn mihemed hacî mehmûd birîndar hat kirin